Serrastkirina yasaya Budceyê pêdivî bi rêkeftineke berfireh heye
Kurdistan 04:03 PM - 2024-02-09
PUKMEDIA
Logoya Hikûketa Herêmê û ya Hikûmeta Federal
Ji bo serrastkirina yasaya bûdceyê pêwîstî bi rêkeftina Herêma Kurdistanê û Bexdayê heye, tevî ku endamekî Komîteya Darayî di wê baweriyê de ye ku: Ev serastkirin hemû kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser nake, lê pabendbûna herêmê bi rêkeftinê, kilîta çareserkirina piraniya pirsgirêka ye.
Çareserkirina pirsgirêkên aborî û ji nû ve destpêkirina hinartina petrolê
Endamê Lijneya Darayî ya
Parlamentoyê Cemal Koçer ji PUKMEDÎA'yê re ragihand: Pirsgirêkên ku di navbera
hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne, ji wan dosyaya mûçe û
petrolê, bi rêkeftina di navbera her du aliyan de tên çareserkirin.
Got jî: Dosyaya petrolê
peywendî bi helwesta welatên cîran, girêbest, rêkeftinên petrolê û pabendbûna
hikûmeta herêma Kurdistanê bi rênimayiyên hikûmeta federalî ve heye û ev mijar
ne asan e, lê eger hêzek bihêz hebe emê bikarin hemû pirsgirêkên berdest
çareser bikin û mûçeyên karmendan dabîn bikin.
Li benda guhertina budçeyê ne
Endama Lijneya Darayî ya
Parlementoyê Dr.Nermin Mairûf ji PUKMEDIA re ragihand: Divê pirsgirêkên darayî
yên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de bên çareserkirin û em li
bendê ne ku yasaya bûdceyê were sererastkirin û ev mijar pêwîstî bi karekî
berfireh û rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê heye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

