Silêmanî.. 50 kesayetiyên pêşeng di warê aştiya civakê de hatin rûmet kirin

Kurdistan 12:35 PM - 2024-02-08
Karnaval rêzgirtina kesayetan Şalaw Ehmed

Karnaval rêzgirtina kesayetan

Silêmanî

Sê rêkxistinên aştiya civakî li bajarê Silêmaniyê karnavala Pêşengên Aştiyê bi mebesta rêzgirtin ji 50 kesayetiyên navdar ên Êraq û Herêma Kurdistanê bo sala 2023ê lidar xistin ku di nav wan de hejmarek serkirde û kadroyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî hebûn.

Kordînatorê Tora Denika Hêviyê bo Aştiya Civakî Barzan Mihemed Mehmûd ji PUKMEDIA re ragihand: Tora Denika Hêviyê bo Aştiya Civakî, Rêxistina Navdewletî ya Mafên Mirov li Amerîka, Şaxa Êraqê û Rêxistina Xêrxwazî 50 kesayetiyên pêşeng rûmet kirin.

Got jî: Di karnevalê da, rêzgirtin ji wan kesayetîyan re hat kirin, bo pêzanînên berdewamkirina hewlên wan bo aştiya civakê, ji çendîn serkirde û kadroyên Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê, ku sala 2023ê bûrî pêşengên aştiyê bûn.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket