UN: Divê budce ji Herêma Kurdistanê re bê şandin
Kurdistan 09:58 PM - 2024-02-06
PUKMEDIA
Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert
Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert li ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de got, “Pêwîst e budceya Herêma Kurdistanê bê şandin.”
Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert li New Yorkê di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de li ser rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir.
“Pirsgirêkên darayî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam in”
Plasschaertê got, “Pirsgirêkên darayî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam in. Rast epirsgirêkên teknîkî hene lê ev yek rastiya ku rojane mirov rastî zehmetiyan tê naguhere.”
Li ser budceyê jî Plasschaertê wiha anî ziman, “Biryara dawî ya hikûmeta navendî ya şandina mafê darayî ya meha Kanûna Paşîn gavekî baş e.
Lê ji bo bidestxistina aramiyê divê budceyek ji Herêma Kurdistanê re bê şandin ku mûçeyên mehane yên karmendan bide.”
“Paşxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê ji aramiya Îraqê re nabe alîkar”
Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert di civînî de behsa çend mijarên girêdayî Îraq û Herêma Kurdistanê yên wekî êrişên li ser axa Îraqê, pirsgirêkên guherîna keşûhewayê û paşxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê kir.
Plasschaertê li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî wiha axivî, “
Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de got: “Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê çend caran hatine paşxistin. Em niha li benda diyarkirina rojeke din bo hilbijartinê ne. Paşxistina hilbijartinan ji bo Herêma Kurdistanê û aramiya Iraqê ne baş e.
Plaschardt got: “Êrîşên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê bûne bûyerên hefteyî û dubare dibin.
"Rewşa Iraqê her diçe ji kontrolê derdikeve û li Iraqê gelek komên çekdar hene, beşek ji wan li derveyî desthilata serokwezîrê Iraqê ne, qada hewayî ya Iraqê tê binpêkirin. Rewşa li hundir û derveyî Iraqê xirab e."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

