Zêdeyî 100 dibistanên din ên Silêmaniyê boykot şikandin
Kurdistan 06:27 PM - 2024-02-06
PUKMEDIA
Xwendekaran
Cîgirê parêzgarê Silêmaniyê ragihand, zêdetirî 100 dibistan û bexçeyên zarokan li parêzgeha Silêmaniyê di 5 rojan de boykot şikandine û dest bi xwendinê kirine û got:“Ev helwesta mamostayan nayê jibîrkirin û em wan teqdîr dikin ku nehiştin saleke xwendinê ji dest here.’’
Li gor amarên dawî yên ku gihîştine PUKMEDIAyê, ji 1-2 heta 6-2-2024, 101 dibistan û baxçeyên zarokan li parêzgeha Silêmaniyê boykot şikandine û proseya xwendinê dest pê kirine.
Cîgirê Parêzgarê Silêmaniyê: Em spasiya mamosteyan dikin
Cîgirê Parêzgarê Silêmaniyê ji bo Karûbarên Îdarî Şaho Osman ji PUKMEDIA re ragihand: “Mamostayan îsbat kirine ku xema zarokên xwe dikin û rê nadin saleke xwendinê li parêzgeha Silêmaniyê winda bibe, tevî ku em piştgiriya daxwazên wan ên rewa dikin. Helwesta wêrek e, hem di dema boykot û xwepêşandanan de ku bi awayekî aştiyane daxwazên xwe anîne ziman û hem jî niha ku proseya xwendinê dest pê kiriye.
Şaho Osman dibêje: “Peyam û daxwazên mamostayan gihiştine hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê û heta Neteweyên Yekbûyî jî, erkê hikûmetê ye ku daxwazên wan bicîh bîne û Daxwazê ji mamostayên ku boykot neşikandine dikim ku dibistanên xwe vekin û wek hevrêyên xwe xwedî helwest bin. Ez bawer im boykot ne îradeya wan bû û neçar man vê boykotê bikin."
Ji çar mehan zêdetir dibistan hatin girtin
Tevî ku 13-9-2023, bi fermî ji aliyê Wezareta Perwerde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, zengila sala nû ya xwendinê lêdan, lê mamostayên Silêmaniyê, Helebce û her du rêveberiyên xweser ên Germiyan û Raperîn, ji ber paşxistina mûçe û rawestandina mûçeyan dibistan boykot kirin û deriyên wan ji çar mehan zêdetir girtin.
Mamosteyan destûr nedan ku 700 hezar xwendekar saleke xwendinê winda bikin
Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 1.9 milyon xwendekar hene, ji wan zêdetirî 700 hezar xwendekar li parêzgeha Silêmaniyê ne, ku li ser 10 rêveberiyan hatiye dabeşkirin, di nav de Rêveberiya Perwerdeya Rojavayê Silêmaniyê, Rêveberiya Perwerdeya Rojhilatê Silêmaniyê, Rêveberiya Perwerdeya Çemçemal, Rêveberiya Perwerdehiya Seyîdsadiq, Rêveberiya Perwerdehiya Dukan, Rêveberiya Perwerdehiya Pêncwên, Rêveberiya Perwerdehiya ya Karadagê) û niha li her 10, Rêveberiyên Perwerdehiya dibistanan ji nû ve vekirine û her roj hejmara dibistanên ku ji nû ve dest bi dibistanan dikin zêde dibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

