Kêmbûna jimareyê rê neda ku civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê birêve biçe
Kurdistan 05:40 PM - 2024-02-05
PUKMEDIA
Civîna meclîsên parêzgehan
Dihat çaverêkirin ku îro Duşeme 05.02.2024 encûmenên parêzgehên Kerkûk, Nînowa û Diyalayê yekem civîna xwe li dar bixin lê tenê Encûmena Parêzgeha Nînowa kariye serokê encumenê û parêzgarê nû bo wî bajarî hilbijêre.
Îro Duşemê endama Firaksiyona Hevpeymaniya Kerkûkê Hêza me û îÎradeya me ye , Pervîn Feteh weke endama herî temenmezin serpereştiya civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê kir û di civînê de her 5 endamên hevpeymaniya Kerkûkê amade bûn,her wiha du endamên Partiya Demokrat û yekane endamê kotaya Xiristiyanan jî amede bûn, lê boykota endamên baskê erebî û tirkmenî rê li ber berdewamiya wê yekê girt ku hemahengî bê bidestxistin û rêkarên yasayî ji bo hilbijartina Serokê Encumenê û Parezger ji bo , rûniştin hat taloqkirin.
Encûmena Parêzgeha Neynewayê îro rûniştina xwe li dar xist û di civînê de rêjeyek ji bo civînê hate encamdan û Ehmed El-Hesûd weke Serokê Encûmena Parêzgeha Nînowa hate hilbijartin û Encûmenê jî Ebdulqadir El-Dexîl weke Parêzgarê Nînowayê hilbijart.
Encûmena Parêzgeha Diyalayê jî civînek li dar xist û di wê civînê de namzedên Serokatiya Encumenê hebûn û ti rêkeftinek di derbarê wê yekê de çênebû, ji ber wê jî Serokê Encûmenê biryar da ku rûniştin bi vekirî bimîne ji ber ku ti namzedan dengên pêwîst bidest nexistin ji bo posta Serokê Encûmenê.
Ev yek di demekê de ye ku Encûmena Parêzgeha Selahedîn duh Yekşemî 04.02.2024 yekem civîna xwe lidar xist û di encamê de Serokê Encûmenê, Parêzgehr û cîgirên wan hatin hilbijartin.
Encumena Parêzgeha Selahedîn Ehmed Ebdullah Cibûrî bo parêzgarê Selahedîn, Adil Ebdulselam bo postê Serokê Encûmena Parêzgehê û Şêx Mihemed El Hesen Ettiya bo Cîgirê Serokê Encûmena Parêzgeha Selahedînê deng anîn di Encûmena Parêzgehê de.
Encûmena Parêzgeha Selahedîn jî deng da ku Eymen Şukr Mehmûd wek cîgirê parêzgar û Tariq el-Fehd jî wek cîgirê duyem ê parêzgar hat hilbijartin.
Encumena Parêzgeha Kerkûkê ji 16 kursiyan pêk tê û li gorî encamên hilbijartinan ku ji aliyê Desteya Komîseran a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ve hatiye pesendkirin, Kurdan 7 kursî di Encumena Parêzgehê de bi dest xistine, ku 5 ji wan ji bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê {Hevpeyîmaniya Kerkûkê Hêz û Îradeya me ye ku Partiya Komunista beşeke ji wê ye} û 2 kursî ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê, lê lîsteyên bi dest ketine zimanê erebî 6 kursî, tirkmenan 2 kursî, û tevgera babilî kursî ji pêkhateya mesîhî re bi dest xistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
08:57 PM - 2026-08-23
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23




.jpg)
.jpg)
Aplîkêşin

