YNK, PDK: Destnîşankirina Parêzgarê Kurd bo Kerkûkê û parastina pêkhateya herêmê
Kurdistan 04:40 PM - 2024-02-04
PUKMEDIA
PDK, YNK
Civîna
hevbeş a Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat a
Kurdistanê bi amadebûna Serok Bafil Celal Talebanî bi dawî hat û piştî wê her
du aliyan daxuyaniyeke hevbeş belav kirin, ku naveroka wê jî wiha ye.
Mekteba
Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li
bajarê Debaşan civîneke hevbeş pêk anîn.
Piştî
nirxandin û guftûgokirina dawîn pêşhatên siyasî û aborî yên herêmê û
pirsgirêkên ku bi giştî li gel hikûmeta federal nehatine çareserkirin, û
pirsgirêka bûdce û jiyan û debara karmendan bi taybetî ji aliyekî ve, û
Hilbijartinên encûmena parêzgehan ji aliyê din ve û piştî danûstandina bîr û
ramanan û berçavgirtina berjewendiyên bilind ên netewî û niştimanî. Her du alî
li ser van xalan li hev kirin:
1- Her du
alî li hev kirin ku di qonaxa niha de parêzgarekî Kurd ji bo berjewendiya
welatiyên parêzgeha Kerkûkê û hemû pêkhateyên wê destnîşan bikin, ji bo
xizmetguzariya xelkê navçe û bajarên wê.
2- Her du
alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku parastina pêkhateya herêmê û parastina
destkeftên şoreş û têkoşîn û xwîna şehîdên Kurdistanê erkê Yekîtiya Niştimanî,
Partiya Demokrat û hemû aliyên Kurdistanî ye.
3- Ji bo
çareser kirina kêşeyên siyasî û aborî yên herêmê bi hikûmeta federal re li ser
astek bilind, her du alî li hev kirin ku hewlên hevbeş ji bo çareser kirina
kêşeyan bi giştî, başkirina jiyana welatiyan û çareserkirina kêşeyên
xizmetgozariyê bidin.
Yekîtiya
Niştimsnî ya Kurdistanê
Partiya
Demokrat a Kurdistanê
4-2-2024
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

