Xebata YNK bo Helebce bibe parêzgeh berdewame
Kurdistan 01:26 PM - 2024-02-03
PUKMEDIA
Monûmenta Şehîda li Helebce
Endamekî Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê daxwaz dike ku;Xwendina sêyem ya proje yasaya Helebce bibe parêzgeha pêk bê û ev yek bikeve rojeva civînên parlamentoyê û yasaye parêzgehbûna Helebce bê nasandin.
Fraksiyona YNKê dê bi şertekî deng bide Serokê nû yê parlamentoyêParlamenterê Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê Çiro Hema Şerîf ji PUKMEDIA re ragihand: “Min bi awayekî nivîskî daxwaz ji Serokê Parlamentoya Iraqê bi wekalet kiriye ku di rûniştina bê ya parlamentoyê de ku proje yasaya bi parezgehbûna Helebece bikeve rûniştina bê ya civata nûneran û divê em dengên herî zêde kom bikin û proje yasa dengên pêwîst bidest bixe.’’
Çiro Hema Şerîf got: “Fraksiyona YNKê ji bo dengdana li ser Serokê nû yê parlamentoyê şert û mercê me hene, yek ji wan şert û mercan a ku proseya parêzgehabûna Helebce bi dawî bibe û deng li ser proje yasayê bidin.’’
Helebce li benda xwendina sêyemîn e ku bibe ParezgehPêştir li ser daxwaza Fraksiyona YNKê, ew proje yasaya ketibû rojeva parlamentoyê û xwendina yekem û duyem bo wê hatibû kirin, lê ji bo xwendina sêyem û dawî ya proje qanûnê,bi biryara serokê berê yê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî hatibû paşxisitin.
Serok Bafil: Helebce bibe parêzgeh ji bo xelkê Helebce destkeftiyekî biçûk ePêştir di serdana xwe de ya bo Bexdayê û hevdîtinên li gel serkirdeyên Iraqê de, Serok Bafil tekezî li ser wê yekê kir ku Helebce bibe parêzgeh û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji berpirsên Iraqê re got:"Parêzgehbûna Helebce destkeftiyeki biçûk e ji bo qurbanîdana mezin a xelkê Helebceyê ji bo Iraqeke demokratîk û divê aliyên Iraqî di berjewendiya xelkê Helebce de dawî li vê pirsê ligel aliyên Kurdistanî bînin."
Di sala 1988’an de dîktatoriya berê ya Iraqê mezintirîn tawanên jenosîdê li dijî xelkê Helebce pêk anî, ew jî kîmyabarana bajarê Helebce bû ku di encamê de zêdetirî 5 hezar kes hatin Şehîd xistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

