Fraksiyona YNKê: Neweyê Nû şikestinên xwe bi bazarkirinê vedişêrin
Kurdistan 06:07 PM - 2024-02-02
PUKMEDIA
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Berdevkê Fraksyona YNKê li Parlamentoya Iraqê ragihand, di nûçeyên ku ji aliyê Fraksiyona Neweyê Nû ve hatiye belavkirin, tê îdiakirin ku ji bo dayîna mûçe rasterast ji hikûmeta federal bo hemwelatiyê Kurdistan îmze hatine komkirin, lê Fraksiyona YNKê îmze nekiriye neraste û got:’’Her aliyek ku hewl bide rewşa nebaş a gelê Kurd bi mebesta berjewendiya siyasî bi kar bîne û mezadê siyasî û nelirêtiyê bike, ji hemû nirxên siyasî û exlaqî bêpar e.’’
Fraksiyona Neweyê Nû ev mijar ji bo danûstandinên siyasî bikar anîBerdevka Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sozan Mensûr di daxuyaniyekê de ku kopi ketiye destê PUKMEDIA ragihand: ‘’Fraksiyona Neweyê Nû û NRT belavkiriye, ku tê de îdia dikin ku ji bo dayîna mûçe rasterast ji hikûmeta federal bo hemwelatiyê Kurdistan Neweyê Nû îmze komkiriye , lê Fraksiyona YNKê îmze nekiriye ne raste.’’
“Em ji raya giştî ya Kurdistanê re eşkere dikin ku di Cotmeha sala borî de, me bi Fraksiyonên Yekgirtû, Komel û Neweyê Nû re ji ber giringiya me ya li ser karkirina hevbeş û yekrêzî û bihêzkirina hewlên bo pirsa mûçe, îmze kom kir û daxwaz ji serokwezîrê Iraqê kir ku mûçe ji nakokiyên siyasî derxîne û rasterast parve bike, lê piştre fraksiyona Neweyê Nû qalibê yadaştnameyê guhert û kir qalibê xwe û ji bo mezadên siyasî bikar anî û bi navê firaksiyona xwe ji da Serowezîr .’’Her wiha got
Jixwe serokwezîr jî bersiva vê memorandumê dayeMensûr got: "Ti wateya komkirina îmzeyan ji bo heman mebestê nîne û tenê ji bo mezadên siyasî ye, ji ber ku serokwezîrê hikûmeta federal berî niha bersiva yadaştnameya hevbeş a fraksyonên Kurdistanî daye û pesend kiriye." “Derbarê guhertina bûdceyê de, serokwezîr zêdetirî 2 mehan e ragihandiye û komîteyek ji şêwirmendên wî û Komîteya Darayî ya Parlamentoyê hatiye avakirin, ku ti endamên Neweyê Nû tê de nînin.’’
Berdevkê YNKê got: "Her frakisyon, partî, parlamenter û kanalek li salona parlamentoyê be û hewl bide ku rewşa nebaş a gelê kurd ji bo berjewendiya siyasî, mezadên siyasî û nelirêtî bikar bîne , bêpar ji hemû nirxên siyasî û etîka medyayî ye." wiha dibêje.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

