Cîgirê Serowezîr pêşengê Zelalbûna aborî ye
Kurdistan 12:55 PM - 2024-02-02
PUKMEDIA
Cîgirê Serowezîr
Şefafiyet radigihîne ku dahata heftane ya Silêmaniyê nêzîkî 12 milyar dînar e.
Dahata SilêmaniyêMalpera Şefafiyet [Zelalbûn] di heftiya borî de dahatê parêzgehên Silêmanî û Helebce û Îdareyên Germiyan û Raperînê eşkere kir ku zêdetirî 11 milyar ,718 milyon , 429 hezar û 275 dînar bûye.
Li gor malpera Şefafiyet,dahata parêzgehên Silêmanî û Helebce ,Îdareya Germiyan û Raperînê ji 27-1-2024 heta 2-2-2024’an, zêdetirî 11 milyar,718 milyon ,429 hezar û 275 dînar bûye.Wate 11 milyar ,28 milyon,528 hezar û 275 dînar ango %94 bi pere û 689 milyon û 901 hezar dînar jî bi çeqê, ango %6, danberhev e sifire
Qubad Talebanî pêşengê Zelalbûnê ye di dahat dePiştî 30 salên desthilatdariya Kurd li Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja 15.12.2022ê projeyek ji bo şefafiyeta hinartina neftê li parêzgehên Silêmanî û Helebce û Rêveberiyên Germiyanê û Raperînê ragihand ku di vî warî de yekemîn e li Kurdistan û Iraqê bi giştî.
Ev proje di nav derdorên Kurdistanê de bi awayekî berfireh hate pêşwazîkirin û daxwaz kirin ku ew proje bi giştî were kirin û ji hemû herêmên Kurdistanê ku îthalata neftê lê heye jî hebe.
Qubad Talebanî di axaftina xwe ya li ser ragihandina projeyê de got: “Ez projeyek girîng radigihînim, ew jî projeya şefafiyeta hinardekirina neftê ye.”
Pêwîste Zelalbûn bibe malê hemû KurdistanGot jî: Zelalbûn bernameyeke ku hemû hinardekirina neftê li parêzgehên Silêmanî û Helebce û îdareya Raperîn û Germiyanê dihewîne, ku rojane bi şefafîyeteke temam tên komkirin û tomarkirin daku her kes li her demê hûrgilîyên wan hinardekirinê bibîne bi rêya malpera shafafiat.com.”
Cîgirê serokwezîr di berdewamiya axaftina xwe de got: Ev bîr û hizra hanê derketiye holê ji ber ku şefafiyet bingeha bingehîne ji bo peydabûna pêbaweriyê di navbera hemwelatiyan û her desthilateke siyasî li cîhanê, lewra girînge hûn lê binêrin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

