YNKê: Pêwîstiya me bi yekîtî û hevgirtinê heye
Kurdistan 08:42 PM - 2024-01-31
PUKMEDIA
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi boneya 20. salvegera karesata 1ê Sibatê peyamek belav kir û got:“Trajediya 1’ê Sibatê ji bo gelê me xisareke mezin bû, lê ji bo tevgera siyasî ya Kurdistanê jî peyam û hişyariyeke dîrokî bû ku terorîst û dijminên gelê me bê cudahî di navbera rengên me de, weke netewek me dikin armanca wêrankirin, kuştin û qirkirinê."
Teksta peyamê:
Peyama Mekteba Siyasî
Bi boneya bîranîna 20. salvegera karesata 1ê Sibatê
Civakên Gelê Kurdistanê
Hemwelatiyên hêja yên Hewlêra Payîtext
Beriya 20 salan di berbanga Cejna Qurbanê ya sala 2004an de terorîstan bi xwîn û hêstiran cejn li azadiya gelê Kurd nixumand.
Karesata 1ê Sibatê ku di encamê de zêdetirî 150 şehîd û birîndarên serkirde û endamên YNK, PDK û welatiyên Hewlêrê şehîd bûn ,ku piştî rûxana dîktatoriyê, xisareke mezin bû bo gelê me yê Iraqê. Ji bo tevgera siyasî ya Kurdistanê û hêzên siyasî yên Kurdistanê peyam û hişyariyeke dîrokî bû ku terorîst û dijminên gelê me bê cudahî di navbera rengên me de, weke netewek me dikin armanca wêrankirin, kuştin û qirkirinê.
Cudabûna malbend û liq, bê cudahî di navbera YNK û PDK û rengên me de, wek yek netewe û yek çarenivîs, me heye û lewra pêwîste rê li dû dûbarebûna karesateke wiha bê girtin li gor ezmûna me pêwîstî bi yekrêziya berdewam û helwesteke hevbeş ya me hemûyan heye, bi taybetî îro ku metirsiyên curbicur li ser ezmûna me ferz dikin ku em bi hev re tedbîrên hevbeş û destpêşxeriyên çêker bigirin û metirsiyan bikin derfeteke guncawtir bo pêşeroja xwe.
Careke din em bejna xwe li ber şehîdên rêber, têkoşer û welatiyên ku hatbûn cejna azadiyê û hemû şehîdên rêya rizgarî û serfiraziya gelê me sere xwe ditewînin.
Mekteba Siyasî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

