Berdevkê YNKê: Yekitiya siyasî tekane bijardeya şerê li dijî metirsiyan e

Kurdistan 05:04 PM - 2024-01-29
Saadî Ehmed Pîre  PUKMEDIA

Saadî Ehmed Pîre

YNK û PDKê

Berdevkê YNKê dibêje, rewşa Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê her ku diçe aloztir dibe.“Di vê rewşa aloz de jinûve destpêkirina hevdîtinên YNK û PDK’ê yên li ser mijarên heyî gelekî girîng e.“Yekitiya siyasî tekane bijardeya li hember gefan e.’’
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre ji PUKMEDIA re wiha got:"Destpêkirina civînên YNK û PDKê gelekî girîng e, bi taybet piştî alozbûna rewşa Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê, piştî bikaranîna firokeyên bê firokevan û şer û pevçûn li çend parêzgeh û cihên navçeyê , hewlên têkdana aramiyê û derbaskirina sînoran.”
Gotûbêja encamên hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê û biryara yekalî kirina  parêzgarê Kerkûkê ji aliyê YNK û PDKê ve giringe. Li Nînowayê divê her du alî bibin yek û bi partî û civakên parêzgehê re bicivin.” Saadî Ehmed Pîra got.
Her wiha got: YNK û PDK niha ji bo diyarkirina dem û cihê civînê li ser van mijaran û çend mijarên din ên girîng di peywendiyê de ne, ku yekrêziya siyasî tekane bijarde ye bo rûbirûbûna metirsiyan.’’
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket