Encumena Nûneran dicive û wê serokê xwe hilbijêre

Îraq 10:36 AM - 2024-01-27
Encûmena Nûneran a Êraqê PUKMEDIA

Encûmena Nûneran a Êraqê

Êraq

Biryare ku îro Şemiyê 27-1-2024 Encumena Nûnerên Êraqê ji bo hilbijartina serokê xwe bicive, û li ser hin yasayên din û gotûbêj û dengdan bê kirin.

Endamê Encumenê yê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê D.Bryar Reşîd ji PUKMEDIA re ragihand ku: Di civîna îro de serokeke nûh tê hilbijartin û dengdan li ser çend piroje yasayên din tê kirin, û got:Her çend di rûniştina îro de bendek ji bo hilbijartina Serokê Encûmenê heye, lê ji ber ku aliyên siyasî li ser namzedekî diyar lihev nekirine û giliyên ku ji Dadgeha Federalî re hatine pêşkêşkirin derbarê mijarê heta niha ne hatine çareserkirin.
Gera yekem a dengdana ji bo hilbijartina serokê Parlementoyê bi dawî hat,namzedê partiya Teqedum ,Şailan Kerîm di civîna roja şemiyê 13-1-2024 de ji bo vê postê li hember hevrikê xwe bi pêş ket, lê dengên pêwîst bidest nexist ji ber wê çûn gera duyem a dengdanê.

Dadgeha Bilind a Federal di 14-11-2023 de bidawîkirina endamtiya Encumena Encumena Nûneran Mihemed Helbûsî ragihand, li pişt dozeke ku li dijî wî ji aliyê nûnerê Leys El-Dilêmî ve hatibû vekirin, ku tê de wî bi sextekariyê tawanbar kiribû. di encamê de Dadgeha Federalî biryara bidawîkirina endamtiya wan (Helbûsî û Dilêmî) da.

Piştî vê biryarê, Serokatiya Meclisa Nûneran biryar da ku endamtiya Serokê Meclisê Mihemed Helbûsî bi fermî bidawî bîne.


PUKMEIDA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket