Berdevkê YNKê: Divê pirsgirêka perwerdeyê bi dawî bibe
Kurdistan 04:43 PM - 2024-01-22
PUKMEDIA
Letîf Nêrwayî û Saadî Ehmed Pîra
Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li bajarê Silêmaniyê civînek li dar xist û pişti dawî hatina wê berdevkê YNK ê di civînekî rojnamevanî de ragihand: “Di civîna îro de çendîn mijarên girîng hatin gotûbêjkirin ku ya herî girîng hewldana ji bo bidawîkirina pirsgirêka perwerde û mamostayan û vekirina deriyên xwendinê bû.Em weke YNK ji bo hilbijartinên bê amade ne û hêvîdar in di dema xwe de bên kirin.’’
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre piştî civîna Serkirdayetiyê bi amedebûna Letîf Nêrweyî Endamê Serkirdayetiyê di prêss konferansê de got:“Encamên hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê li Kerkûk û navçeyên nakok ji bo Kurdan girîng bûn, ji her kesî re eşkere ye ku parêzgarê Kerkûkê dê pişka YNKê be. Divê hemû alî beşdarî hikûmeta nû bibin û ji bo avakirina hikûmetên herêmî em ê bi aliyên siyasî re hevdîtinan bikin."
Pîra got: YNK ji bo hilbijartinên bê yên parlamentoyê amade ye û em hêvîdar in hilbijartin di dema xwe de be û hilbijartineke paqij û bi rêkûpêk were kirin.’’
Berdevkê YNKê got: "Rewşa mamostayan û baykotkirin beşeke din a gotûbêjên civîna îro bû û ev hemû mijar ji bo me giring in, lê em ligel boykotê nînin ji ber ku ji destdana saleke xwendinê pirsgirêkeke mezin çêdike û divê em hewlên cidî bidin ji bo vekirina dibistanan û xwendina îsal ji dest neçe, ji ber ku wek em dibînin û diyar e tenê zarokên asayî dê xwendina xwe ji dest bidin.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

