Serok Bafil: Em dikarin bi yekîtî û hevgirtinê gel û welat biparêzin
Kurdistan 09:52 PM - 2024-01-17
Ofîsa Serok Bafil
Serok Bafil pêşwaziya Balyoza Amerîka li Iraqê kir
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li baregeha mekteba siyasî ya Hewlêrê pêşwaziya Alina Romanowski Balyoza Amerîka li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de ku, Berpirsê Buroya Peywendiyên Derve Derbaz Kosret Resûl jî tê de amade bû, dawî pêşhatên siyasî û binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê hat gotûbêjkirin û tekez li ser çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalog û jihevtêgihîştinê hat kirin û ji bo hedefgirtina sivîlan tu hincet namîne.
Serok Bafil Celal Talebanî helwesta YNKê ya li hember bûyer û guhertinan rave kir û got ku YNK pêbende bi aştiyane pirsgirêkên ku bûne asteng li pêşiya aramiya navçeyê çareser bike. Ji bo ku em bi hev re rûbirûyî pirsgirêkan bibin û gel û welatê xwe biparêzin û hemû hewldan ji bo yekîtî û hevgirtinê didin.
Serok Bafil di derbarê pêşhatên dawî yên proseya siyasî ya Iraqê û mijarên hilbijartina serokê civata nûneran de jî got, em hêvîdar in di zûtirîn dem de ev pirsgirêk bê çareserkirin û meclîsa qanûndanînê bi bandortir bike û xizmeta gel bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

