Talebanî: Divê Yekîtiya Ewropayê zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bike
Kurdistan 07:25 PM - 2024-01-17
Ofîsa Çapemeniyê ya Qubad Talebanî
Talebanî li gel Nûnerê Yekîtiya Ewropayê dicive
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li gel Nûnerê Yekîtiya Ewropayê yê li Herêma Kurdistanê Torkild Bigg civiya û di civînê de çendîn mijarên balkêş gotûbêj kirin.
Di civînê de ku roja Çarşemê 17.1.2024 li bajarê Hewlêrê hate encamdan, behsa çawaniya peydakirina derfetên kar ji bo ciwanên Herêma Kurdistanê hate kirin û di vê çarçoveyê de tekezî li ser piştgriîkirina pirojeyên bazirganiya biçûk bi taybetî ew pirojeyên ku ji aliyê ciwanan ve hatine pêşkêşkirin hate kirin.
Di vê derbarê de, Qubad Talebanî daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kir ku zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bike, bi taybetî jî di warê veguhestina ezmûna welatên Ewropayê di pêşxistina pirojeyên bazirganî yên biçûk de.
Di beşeke din ya civînê de, Platforma Sole Smart û Korbenda Navdewletî ya Silêmaniyê bo Nûjenî û Karsaziyê hate gotûbêjkirin, ku biryar e 25 Mijdarê li bajarê Silêmaniyê were lidarxistin. Her du alî hevbîr bûn ku platforma Smart Soli projeyek girîng e ji bo çareserkirina pirsgirêkên rêveberiyê bi beşdariya welatiyan di çareserkirina pirsgirêkan de. Di vê derbarê de cîgirê serokwezîr daxwaz ji Yekitiya Ewrûpayê kir ku di pêşxistina platformê de alîkar be.
Platforma Smart Sully însiyatîfek nû ya Cîgirê Serokwezîr e ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên bajaran bi tevlêkirina hemwelatî û pisporan di peydakirina çareseriyên biaqil û nûjeniyê di warên cihêreng de. Armanca projeyê pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzarî bo welatiyan û baştirkirina sîstema birêveberî û hikûmraniyê li Herêma Kurdistanê ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

