Destnîşankirina roja nû ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoyê
Kurdistan 11:02 PM - 2024-01-16
Taybetî
Civîna rojnamevanî ya Komîsyona Hilbijartinan û Serokatiya Herêmê
Îro sêşemî 16ê Çileya 2024ê li bajarê Hewlêrê, Serokatiya Herêma Kurdistanê li gel Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê civiya û di civînê de li ser diyarkirina roja nû ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê rêkeftin.
Piştî bi dawî hatina civînê, Serokê Lijneya Komîseriya Komisyona Bilind a Hilbijartinan, Parêzgar Omer Ehmed di kongreyeke rojnamevanî de ragihand: “Tevî ku me dest bi amadekariyan bo lidarxistina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê kiriye, lê em nikarin li gorî dema diyarkirî hilbijartinan bikin ku 25/2/2024 bû. Herêma Kurdistanê beriya niha bi vê yekê dizanîbû û di civîna îro de me li ser diyarkirina roja nû ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li hev kir.”
Got jî: paşxistina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ji bo wê yekê ye ku Komîsyon bikare helbijartinên dadperwer û dûr ji pirsgirêkên teknîkî pêk bîne.
Ji aliyê xwe ve Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şihab di kongreyeke rojnamevanî de ragihand: “Paşxistina roja lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li derveyî îradeya Serokatiya Herêmê û Komîsyona Hilbijartinan bû û me li hev kir bi Komisyonê re ji bo lidarxistina hilbijartinan dîrokek nû diyar bike.”
Got jî: Hevdîtinên me li gel şanda Komisyonê li ser bingehê baştir birêvebirina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê pêk hatin û ji vê helwêstê ve, emê bi hev re hewlên xwe bo lidarxistina helbijartinên dadperwer, şefaf û bê pirsgirêk zêdetir bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

