YNKê: Êrîşa li ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê neqanûnî ye

Kurdistan 01:00 PM - 2024-01-16
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

Hewlêr YNK

Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrîşa duh bi şev li ser bajarê Hewlêrê kir armanc û di encamê de ziyanên canî hebûn, şermezar kir.
Êrîşa li ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ne yasayî ye û em armanckirina welatiyên sivîl şermezar dikin, êrîşa li ser navçeyên niştecihbûyî metirsiyeke mezin e li ser serweriya Iraqê û jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê ku  herêmeke naskirî  ye di çarçoveya dewleta Iraqê de.
Em di Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de di wê baweriyê de ne ku, her pirsgirêkeke hestiyar a siyasî û emnî di navbera welatên cîran de, bi vî awayî û derveyî têgihîştina hevbeş a siyasî û emnî nayê çareserkirin û dê bibe sedema alozî û têkdana rewşa peywendiyên navçeyî, ku bihaya wê yekê ye dê ji aliyê pêkhateyên gelê Iraqê ve bê dayîn.
Bi vê boneyê em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û bi taybet malbata şehîd Pêşro Dizeyî re dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.
Erka hikûmeta a federal e ku piştgiriya  hemû aliyên siyasî bike , bihêzkirina hewlên xwe bo berevanîkirin ji serweriya welat û asayîşa welatiyan re ye , piştrastkirina yekrêziya rêzên gelên Iraqê bi awayekî bi bandor û parastina gelê Iraqê ye ku prestîja navneteweyî ya welat e jî.
Divê dezgehên fermî yên herêmê û aliyên siyasî bi hemahengî li gel hikûmeta Iraqê ji bo çareser kirina pirsgirêkên  heyî û parastina welatiyan û berjewendiyên Herêma Kurdistanê roleke zêdetir bilîzin.
Bila rihê şehîdan sax be
Aştî û rûmet ji bo gel û axa Hewlêra paytexta Kurdistanê
Politburo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket