Talebanî: Em ê di siyaset û civaka sivîl de pêgeha jinan xurtir bikin
Kurdistan 08:07 PM - 2024-01-15
Ofîsa Qubad Talebanî
Qubad Talebanî û Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Balyoza nû ya Fînlandiyayê li Iraqê Anu Sarela kir û di wê hevdîtinê de çendîn mijarên balkêş hatin gotûbêjkirin.
Di destpêka hevdîtinê de ku roja duşemî 15.1.2024 li bajarê Hewlêrê hat lidarxistin, Qubad Talebanî bi boneya destbikarbûna Anu Sarela weke Balyozê nû yê Fînlandiyayê li Iraqê, pîrozbahî lê kir û hêviya serkeftinê di erkê wê de xwest.
Cîgirê serokwezîr spasiya hikûmeta Fînlandiyayê kir ku di salên borî de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye, bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê de.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de rewşa jinan li Herêma Kurdistanê û Iraqê hat gotûbêjkirin û her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku divê zêdetir kar bê kirin ji bo ku jin beşdariyeke bibandor di siyaset û birêvebirina civakê de hebe.
Di vê çarçoveyê de Cîgirê Serokwezîr got ku ew hemû hewlên xwe didin ji bo bihêzkirina pêgeha jinan di warê siyasî, bazar û civaka sivîl de û daxwaz ji Fînlandiyayê jî kir ku di vî warî de alîkariya Herêma Kurdistanê bike bi taybetî di warê bihêzkirina jinan de.
Di civînê de behsa diyardeya koçberiya neyasayî jî hate kirin û her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku civaka navdewletî û her du hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê li ser kêmkirina diyardeya koçberiya neyasayî hevkar bin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

