Şanda Komisyona Hilbijartinan ji bo diyarkirina dema hilbijartinan sardana Hewlêrê dike

YNK 02:17 PM - 2024-01-14
Cumane Geley PUKMEDIA

Cumane Geley

Hilbijartin

Biryare şandek ji komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan sardana Herêma Kurdistanê bike bo gotûbêjkirin li gel berpirsên li Hewlêrê derbarê pêkanîna hilbijartinên Parlemana Kurdistanê.

Berdevka Komisyona Cumane Gelay ji PUKMEDIA re ragihand: Şandeke Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ku ji Serokê encûmena Komîseran, Seroke rêveberiya Hilbijartinan û endamên encûmenê ji dadwer dê sibê duşemê serdana Hewlêrê bikin.
Herwaha got: Şand dê li gel berpirsên serokatiya herêma Kurdistanê li ser pirsa diyarkirina roja nû ya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û rêkarên pêwîst bo pêkanîna helbijartinan gotûbêj bike.

Encûmena Komisyonê rênimayên pêwîst da

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Cumana El-Geley ji PUKMEDIA re ragihand: Encûmena Komisyonê gelek rêzikname û rênimayiyên derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de derxistin û em li benda biryara encûmena Komîseran a ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ne.
Got jî: bendek yasayî heye ku tê de mafê komîsyonê heye ku rêkarên pêwîst bo misogerkirina paqijiya proseya helbijartinan li herêma Kurdistanê damezrîne û di helbijartinên parlamentoya Kurdistanê de jî hijmartina elektronîkî û destî hebe. wek ku çawa di hilbijartinên encumenên parêzgehên Êraqê de çêbû.

 

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê li gorî tomara dengderên Êraqê bên kirin

Cûmana El-Geley dibêje: Komîsyon dê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li gorî tomara dengderan ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ve tê birêvebirin, birêve bibe.
Got jî: Tomara li Komisyonê tomareke bihêz e ku hemû dengderên hemû navçeyên Êraqê û heta Herêma Kurdistanê jî tê de tomarkirî ne û me dengderên ku di sala 2006an de ji dayik bûne jî xistine nav.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket