Fehmî Burhan: Encama Hilbijartinan nexşeya siyasî û rêveberî navçeyên nekok dighurîne
Kurdistan 01:40 PM - 2024-01-14
PUKMEDIA
Fehmî Burhan
Serokê Desteya Herêmên Giştî yên Herêmên Kurdistanê yên li
derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan piştrast kir ku encamên
hilbijartinan dê nexşeya siyasî ya navçeyên cihê nekok biguherîne. Li jêr naveroka
hevpeyvînê ku PUKMEDIA kiriye ye:
* Encamên hilbijartinên encumenên parêzgehan dibe sedema
guhertinên rêveberî li navçeyên nekok?
- Bi giştî rewşa navçeyên nekok piştî lidarxistina
hilbijartinên encumenên parêzgehê bi berdewamî diguhere û nexşerêya îdarî, emnî
û siyasî jî dê biguhere, divê em sûdê ji van guhertinan werbigirin û ji bo
çareserkirina hemû pirsgirêkên ku li Kerkûkê hene kar bikin.
* Bandora xebata hevbeş li ser çareserkirina pirsgirêkên
navçeyên nekok çiqas e?
- Hilbijartinên parêzgehan dikare hin pirsgirêkên ku li
navçeyên nekok hene çareser bike û karê hevbeş di navbera hemû aliyan de wê
bibe destpêkek baş ji bo xebata hevbeş ji bo xizmetkirina welatiyan.
* Pêvajoya qerebûkirina zerarmendan li navçeyên nakokbar gîşte
kuderê û çima hêdî hêdî pêşde diçe?
- Madeya 140 ya destûrê madeyeke zindî ye û her wek xwe maye,
lê pêngavên cîbicîkirina vê madeyê hêdî hêdî dimeşin û ne di asta daxwazên me
de ne û terxankirinên taybet ji bo cîbicîkirina wê jî têra qerebûkirina hemû ziyandaran
nake,li gor wê jî xebatên me ji bo cîbicîkirina xalên maddeya 140 berdewam
dikin.
* Pirsgirêka taxa Newroz a Kerkûkê hatiye çareserkirin?
Pêngava çareserkirina pirsgirêka heyî ya li taxa Newrozê bi
başî dimeşe û nîşaneyên baş dide û biryara valakirina taxê hatiye rawestandin û
tê çaverêkirin ku hêzên artêşê ji taxê vekişin.Wezîrê Dadê Xalid Şiwanî bi
şêniyên taxê re hevdîtin kir û her tim bi rayedarên pêwendîdar di hikûmeta
federal de re di nava têkiliyê de ye ji bo ku pirsgirêk bi yek carî bên
çareserkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

