Serokkomar: Em rola şehîd Mihrab û Serok Mam Celal bilind dinirxînin
Îraq 01:33 PM - 2024-01-13
Buroya Çapemeniyê ya Serokomariyê
Serokkomar
Serokomarê Iraqê Letîf Cemal Reşîd, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li Bexdayê beşdarî merasîma şînê ya ji bo bîranîna şehîdbûna Mihemed Baqir Hekîm, rêberê berê yê Tevgera Hikme ya Nîştimanî ya Iraqê û bavê Emmar Hekîm bûn ku hevdem e bi roja “Şehîdên Îraqê” re.
Di merasima han de Serokkomar gotarek pêşkêş kir û tê de pesna rola şehîd Mihrabî di şerê li dijî dîktatoriyê de da û hevkarî kirina bi Serokê nemir Mam Celal û serkirdeyên hêzên niştimanî de ji bo bihêzkirina hewlên yekxistina opozîsyona Îraqê ku di rewşa dîrokî ya dijwar de bû, kir.
Wî got: "Em ligel gel, hikûmet, hêzên siyasî û hêzên çekdar, serkeftineke berçav li dijî terorê bi dest dixin û hawîrdoreke niştimanî ya yekgirtî ku ji gelek pirsgirêkan derbas dibe, bi dest dixin." Ji bo rakirina hemû astengiyan, zêdekirina ewlehî , aramiyê , berdewamkirina hewlên ji bo avadankirin û pêşketinê li Iraqê pêwîstî bi hewlên zêde heye.’’
Serokkomar her wiha balkişand li ser pirsgirêkên ku metirsiyê li ser ewlehî , aramiya navçeyê dike û tekezî li ser pêgeh û rola Iraqê li dabînkirina ewlehî , aramiyê û pêşxistina zimanê gotûbêj û têgihîştinê kir.
…
Seyîd Mihemed Baqir El-Hekîm, lêveger û siyasetmedarekî navdar ê Şîe li Iraqê bû. Di 29’ê Tebaxa 2003’an (1ê meha Recep a Koçî) de piştî pêşkêşkirina gotarekê li Mezargeha Îmam Elî ya Necefê, bi riya teqandina otomobîleke bombebarkirî hat terorkirin.
Mihemed Baqir Hekîm yek ji lêvegerên bilind ên Şîe yên Iraqê û damezrênerê Encûmena Bilind a Şoreşa Îslamî bû, ku yek ji hêzên opozisyona li dijî rejîma Sedam Husên bû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

