Ragihandina YNKê sibê duyemîn konferansa xwe li dar dixe
Kurdistan 07:49 PM - 2024-01-10
PUKMEDIA
Ragihandina YNKê
Biryar e roja pêncşemê Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) duyemîn konferansa xwe lidar bixe,di vê derbarê de berpirsê bordê Ragihandin got: “Konferans ne tenê cîbicîkirina yek ji pêşniyarên kongreya pêncem e, belku guhertina pêkhateya desteya ragihandinê û danîna siyaseteke nû ji bo peyama medyayî ya YNKê ye’’
Konferansa YNK’ê ji bo ragihandina xweBerpirsê Desteya Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Letîf Nêrweyî ji PUKMEDIA re ragihand: “Sibe 11-1-2024, duyemîn konferansa Ragihandina YNK’ê ye ku em dikarin bêjin konferansa YNK’ê ye ji bo medyaya YNK’ê, ji ber ku li ser asta hemû organ û navçeyên Herêma Kurdistanê û navçeyên nakok, dê li Silêmaniyê dest pê dike.’’
“Konferans bi beşdariya hejmareke zêde ji rewşenbîr, rojnamevan, serokên beşên medyayê, nûnerên çavkaniyên medyayê, mamosteyên zanîngehê û hemû kesên ku ji têkoşîna çiyayî û vir ve di çapemeniyê de xebitîne beşdar bibin.Di konferansê de dê nêzîkî 350 endam beşdar bibin, tevî hejmarek akademîsyenên din ên hilbijartî ku 40 kes di nav de ne û hejmareke zêde ji endamên mekteba siyasî, serkirdayetî û wezîrên rewşenbîrî û parêzgarê Silêmaniyê dê beşdarî konferansê bibin," Letîf Nêrweyî got.
Dê peyama Serok Bafil were xwendinSerokê desteya Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê (YNK) ragihand: Peyama Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafill Celal Talebanî wê were xwendin.Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Buroya Ragihandinê Îmad Ehmed dê axaftina Buroyê bixwîne û piştre min jî rapora giştî ya Desteya Ragihandinê pêşkêş dikim.
Wî ragihand ku :“Di konferansa sibe de wê 5 komîteyên ku hatine erkdarkirin bo birêveçûnê kar pêk bînin, konferans dê du rojan bidome.’’
Armancê Konferansê“Armanca konferansê cîbicîkirina pêşniyarên din ên kongreya pêncemîn a YNKê û rêkxistina pêkhateya desteya ragihandinê û danîna siyaseteke nû ya peyama medyayî ya YNKê ye û herwiha destnîşankirina çend pêşniyaran li ser başkirina medyayê ye.Piştre jî pêşniyaran arasteyî Serok Bafil û Mekteba Siyasî dikin, em piştrast in ku ew pêşniyar dê bi awayekî ku xizmeta ragihandinê bike û hinek kêmasiyên di medyayê de bên çareserkirin û zêdetir pêşde bibin.”Her wiha got
Berpirsê desteya ragihandinê ya Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê (YNK) got:"Mijarên girêdayî pêkhatê Mediya, ku girêdayî rêzikên karê medyayê jî ne bên axaftin, em pêşniyar dikin ku medyaya YNKê ber bi sazîbûnê ve biçe û kenalên karê medyayê jî wek stûnek be, helbet dê ev mijar bên gotûbêjkirin li ser biryar bê dayîn.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

