YNKê û PDKê li Kerkûkê: Me biryar da em li gel yek kar bikin
Kurdistan 03:14 PM - 2024-01-09
PUKMEDIA
YNKê û PDKê li Kerkûkê
Şandeka YNKyê li Kerkûkê serdana Liqa Sêyê ya PDKyê kir, paştir Berpirsê Liqa Sêyê ya PDKyê û Berpirsê Melbenda Duyê ya YNKyê li Kerkûkê naveroka civîna xwe ragehand.
Xebata hevpar armanca me ye
Berpirsê Liqa Sêyê ya PDKyê li Kerkûkê Mihemed Kemal di kongireyeka rojnamevanî de got, “Em mizgîniyê didin ku ji niha û pê de em dê bi hev re kar bikin”.
Berpirsê Liqa Sêyê ya PDKyê herwesa got, “Li dû qanûnê, divê em bi pêkhatên din re jî kar bikin û li hev bikin, li ser postê parêzgerî jî heta niha nehatiye diyarkirin”.
Got jî: Emê bi hev re kar bikin û bi aliyên erebî û tirkmenî re bicivin daku li ser pêkanîna rêveberiya xizmetguzariyê ya parêzgeha Kerkûkê li hev bikin.
Pirsgirêka me nîne
Her di wê kongireya rojnamevanî de, Berpirsê Melbenda Duyê ya YNKyê Rewend Mela Mehmûd ragehand, “Em dê serdana hemî aliyên Kurdistanî bikin û em dixwazin li deverên Kurdistanî em hemî pêkve kar bikin û çi arêşe di navbera me de nînin. Divê em li destpêkê navmala xwe rêk bixin, paşî em çi aliyekî di hikûmeta xwecihî de piştguh naxin”.
Di derheqa lihevkirinê de ji bo wergirtina postê parêzgerê Kerkûkê, Rewend Mela Mehmûd got, “Em hemî bi hêviyeka mezin li wê mijarê dinêrin û em dê bizavên cidî bikin”.
Kurd bi yek alî ji bo pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê bi hev re dicivin
Got jî: Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bi tevahî baweriya xwe bi şirîkatiya rastîn heye û deriyên wê jî ji bo hemû aliyên siyasî vekirîne ji ber ku xizmetkirina xelkê Kerkûkê ji bo Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê gelek girînge.Em dixwazin Kurd bi yek alî ji bo pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê bi hev re bicivin û bi partî û pêkhateyên din re hikûmetê pêk bînin û xizmetên zêdetir ji welatiyan re pêşkêş bikin.
Herwiha got, me piştevaniya xwe ji bo daxwazên rûniştvanên taxa Newrozê diyar kir ku ew xanî mulkên wezareta berevaniya Iraqê nînin û li bajarên din jî heman pirsgirêk heye û hatine çareser kirin. Ji bo wê jî pêwîste li Kerkûkê jî bê çareser kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

