Li ser hilbijartina serokê nû yê civata nûneran gotûbêj
Kurdistan 12:08 PM - 2024-01-09
PUKMEDIA
Civata nûnerên Iraqê
Biryare serokên blokan li civata nûneran Iraqê civînekê wê li dar bixin û li ser karê civata nûneran di heyama nû ya yasayî de, ku tê çaverêkirin serokê civata nûneran bê hilbijartin, gotûbêj bikin.
Meclîsa Nûneran bê serok ma
Endama Meclisa Nûneran ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr.Brîar Reşîd ji PUKMEDIA re ragihand: Biryare piştî bidawîhatina bêhnvedana yasayî civîna xwe ya asayî lidar bixe û amadekarî ji bo helbijartina Serokê parlamentoyê were kirin. Got jî: Civata Nûneran niha bê serok e û dê rûniştina yekem bi serpereştîya Mohsen El-Mendelawî cîgirê yekem ê serokê civata nûneran bê lidarxistin û divê di dema Serokê de serokê civatê bê hilbijartin.
Sunne nikarîbûn serokê parlamentoyê destnîşan bikin
Serokê bloka Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê li Encûmena Nûneran tekez kir, ku di heyama nû ya yasayî de erkên Encûmena Nûneran bijartina Serokê nû yê Encûmenê ye.
Herem Kemal Axa, serokê bloka Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Civata Nûneran di hevpeyvînekê de ligel malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA ragihand: “Îro Sêşemê 9/1/2024 bêhnvedana Encûmena Nûneran bi dawî dibe û biryar e di destpêkê de baskên parlemanî bicivin derbarê hilbijartina Serokê Encûmenê de, heta niha ti pêkhateyên Sunne tevî derbasbûna demeke dirêj li ser namzedekê li hev nekirin û ti projeyek nayê pesendkirin heya ku Serokê Meclisa Nûneran tê hilbijartin.”
Parlamento bê serok dimîne
Dadgeha Bilind a Iraqê di 14ê Mijdara 2023an de biryar da ku endamtiya Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî betal bike û ji wê demê ve parlamentoya Iraqê bê serok maye û di 2 mehên borî de nekariye karê xwe bike li Parlemento.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

