Dr.Yûsif Goran piştî hilbijartinên Kerkûkê rastiyan eşkere dike
Kurdistan 11:25 PM - 2024-01-01
PUKMEDIA
Dr.Yûsif Goran
Endamekî Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje:“Tevî ku Kurd mezintirîn neteweya Kerkûkê ne û piştî 16ê Cotmehê, hewl hat dayîn ku ew ji îdareya parêzgehê bên dûrxistin, lê rastî nîşan didin ku yek netewe ti carî nikare vî bajarî bi rêve bibe û divê pirnetewe be.’’
Kurd herî zêde deng û kursî bi dest xistin
Dr.Yûsif Goran endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Navenda Lêkolînên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di gotara xwe ya bi sernavê “Pêşeroja siyasî ya Kerkûkê piştî hilbijartinan” ku di beşa nêrîna malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA de hatiye weşandin, ragihand:’’ Tevî ku Kurd mezintirîn neteweya wê parêzgehê ne, lê li gorî hemû amaran û dengên hilbijartinan, ne veşartî ye ku piştî 16ê Cotmehê bi temamî ji rêveberiya bajêr hatin dûrxistin. Lê piştî hilbijartinên îsal ên encûmena parêzgehan (2023) dîsa kurdan li gorî pêkhateyên din herî zêde deng û kursî bi dest xistin. Ev hejmar nîşan dide ku giraniya Kurdan di rêveberiya bajar û parêzgehê de di ti proseyeke demokratîk de nayê paşguhkirin."
Kerkûk bajarê Pirnetewî ye
“Piştî zêdetir ji 6 salan ji paşguhkirin û biçûkxistina Kurdan li vî bajarî, piştî hilbijartinên vê dawiyê em hînî çendîn rastiyan bûne ku yek milet nikare vî bajarê pir pêkhate bi rê ve bibe. Sepandina îrade û hêza yek miletî li ser miletekî din dê bibe sedema bêîstiqrariya siyasî û ewlehiyê.” Dr.Yûsif Goran got.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

