Letîf Nêrweyî: YNKê ti xeta sor ji bo ti aliyekî nine
Kurdistan 01:31 PM - 2023-12-30
PUKMEDIA
Berpirsê Desteya Ragihandinê YNK
Berpirsê Desteya Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje:“Parêzgarê Kerkûkê pişka Kurd e û emê dest bi danûstandinên xwe li gel hemû aliyan bikin û ti xeta me ya sor bo ti aliyekî nîne, ji ber siyaseta YNKê ya aştî ,yekrêzî û pêkve jiyanê ye.
Me serkeftin bi dest xistBerpirsê Desteya Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Letîf Nêrweyî ragihand: "Me li navçeyên nakok serkeftineke baş bi dest xist. Ev serkeftina hemû kurdan e, ne tenê ya YNKê ye . Bi rêkeftina li gel aliyên din dê pêngav bên avêtin ji bo avakirina rêveberiyeke bergireh xizmetguzarî ku bê cudahî xizmeta hemû civakan bike wekû di Peyama Serok Bafil de hatiye ku rengdana Cepkegul be.”
"Bêguman YNK piştî sersalê bernameya xwe heye û dê bi hemû aliyên siyasî û hemû pêkhateyan re dest bi danûstandinan bike. Rêbaza danûstandinên YNKê li parêzgehên nakok cuda ye ji ber ku me li her çar parêzgehên nakok bi ser keftine û li Kerkûkê jî em dixwazin li gor qebareya xwe beşdarî di avakirina rêveberiya bajaran de bikin.” Letîf Nêrweyî got.
Piştî referandumê rewşa Kerkûkê baştir nebûBerpirsê Desteya Ragihandinê ya YNK’ê wiha got:“Lihevkirina navbera YNK û PDK’ê wê bibe sedema destkeftiyên baş ji bo Kurdan li Kerkûk û Nînowa, weke berê ji YNKê ti xeta sor ji bo ti aliyekî nîne."
Her wiha got:“Piştî referandomê li Kerkûkê rejîmek hebû ku tiştek ji bo bajêr nekir, lê di dema deshilatdariya Kurd de gelek xizmet ji bo bajêr hatin pêşkêşkirin û di hemû waran de pêşde çû,lê di dema desthilatdariya Ereban de li bajar ne wisa bû, xizmetguzarî nebû û tundî zêde bû.”
Parêzgarê Kerkûkê para Kurdan e
Letîf Nêrweyî got:"Bêguman parêzgarê Kerkûkê dê para Kurdan be. Me ji Ereb û Tirkmenan re jî piştrast kir ku em desthilatê desteser nakin. Tişta ku me heta niha bihîstiye ew e ku alî amade ne ku bi YNKê re danûstandinan bikin û helwesta wan heta niha erênî ye. Siyaseta YNK'ê aştî,yekrêzî û pêkve jiyane û ewan jî vê siyasetê pêşwazî dikin."
“Em hewl didin ku bigihin rêkeftineke siyasî û her kesê ku bixwaze îradeya xwe ferz bike, wê piştre poşman bibe û ev yek ji niha ve diyar bûye û em destwerdanê di kar û xebatên civakan de nakin. Nêrweyî got.
“YNK dê dest bi gera danûstandinan bi hêz û aliyên ku di hilbijartinan de li navçeyên nakok bi ser keftine re bide destpêkirin,em ji encamên hilbijartinê memnûn in. Dengdêrên me yê piştî kongreya pêncemîn e ku dengê xwe dan. Piştî kongreyê yek tîm, îrade û serokê me hene. Rêbertiya me di nava gel de bû û gel jî baweriya xwe bi me anî , me serî li zimanekî tund negirt û me serkeftinek girîng bi dest xist.’’ Nêrweyî got.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

