Yekîtî di nav partiyên kurdistanî de yekem e
Kurdistan 01:35 PM - 2023-12-29
PUKMEDIA
Yekîtî li navçeyên nekok
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê di hilbijartinên encumenên parêzgehên Êraqê yekem partiya kurdistanî ye li navçeyên nekok û mezintirîn serkeftin bi dest anî û li parêzgehên Kerkûk, Nînewa, Selahedîn û Diyalayê de 247 hezar û 777 deng bidest xist û 9 kursî misoger kir. Berpirsê Buroya Hilbijartinê ya YNK’ê wiha got: Em ê bi hev re ber bi serkeftinên mezintir ve biçin.
YNK ber bi serketineke mezintir ve diçe
Berpirsê Buroya Hilbijartinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rizgar Hecî Hema bi boneya serkeftina YNKê û ragihandina encamên hilbijartinên encumenên parêzgehên Êraqê ji aliyê Komisyonê ve peyamek belav kir û ragihand: Ev serkeftina mezin a ku bi serkirdayetiya jîr a Serok Bafil Talebanî û hewlên me hemûyan de hat bidestxistin, serwerî û serbilindiyeke mezine ya YNK û tevahiya gelê me pêşkêşî rihê serok Mam Celal û şehîdên qehreman dikin û ragihand ku: Emê bi hev re ber bi serkeftineke mezintir di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de bimeşin.
YNK li Kerkûkê hêza yekem e
Hevpeymaniya Kerkûkê ku di navbera YNK û Partiya Komonîst
de bû, li parêzgehê herî zêde deng bidest xist û hêza yekem a hemû pêkhateyan
e, xwedî 157 hezar û 639 denge, ku 43% ji dengên parêzgehê 5 kursî bi destve
anîne, her yek ji namzedan Neşet Şehwêz Xurşîd Elî bi 42 hezar û 165 dengan
bidest xist. Rêbwar Taha bi 29862 deng, Ehmed Fatih Mistefa 12268 deng, Hoşyar
Hîcran Necmedîn 7108 deng û Perwîn Fatîh Hemîd 5842 deng serkeftin bi dest
anîne.
Du kursiyên YNKê li Nînewa hene
Hevbendiya Yekîtiya Xelkê a Nînewayê di encûmena parêzgehê de 50 hezar û 606 deng bidest xist û Mihemed Casim Mihemed 3 hezar û 738 deng û Wîsam Selm Selîm 3 hezar û 611 deng bidest xistin.
YNKê li Diyalayê kursiyek misoger kir
Lîsta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li parêzgeha
Diyalayê 286 hezar û 48 deng bidest anî û
bû xwediyê kursiyekê li parêzgehê û Aws Îbrahîm Mehdî jî 4 hezar û 181 deng
bidest xistin.
Yekane namzedê YNK’ê li Selahedînê bi ser ket
Yekane namzedê Yekêtiya Niştimanî ya Kurdistanê li
Selahedînê Yasîn Mihemed Elî Dawûdî 10 hezar û 884 deng bidest xist.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

