Daxwazê YNK bû radestkirina dosiya ewlekarî bo polîsa xwecihî
Kurdistan 05:42 PM - 2023-12-28
PUKMEDIA
Kerkûk
Biryare ji
destpêka sala 2024an ve polîsên xwecihî yên parêzgeha Kerkûkê dest bi dosyaya
ewlehiyê ya nav bajarê Kerkûkê bikin û ev çend sal in daxwaza Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê bûye.
Di vê derbarê de,
Sebah Hebîb endamê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Parlementoya
Êraqê ji bo Parêzgariya Kerkûkê di daxuyaniyekê de bo malpera fermî ya Yekîtiya
Niştimanî PUKMEDIA ragihand: Ji destpêka sala nû ve hêzên polîsên xwecihî dê li
Kerkûkê dosyaya ewlekariya bajêr bigire û wê dest û rola sereke jî di parastina
ewlekarî û aramiyê de hebe.
Sebah Hebîb
herwiha got: Hêzên din ên leşkerî û ewlekarî dê vekişin cihên xwe yên berê yên
li derveyî bajarê Kerkûkê û parastina sînorên parêzgeha Kerkûkê û derdora wê li
ser milê artêşa Êraqê ye. Odeya
Oparesyonan dê wek xwe bimîne û nûnerekî hêzên Pêşmerge jî tê de hebe, ji bo
hevahengiyê bo parastina ewlehî û aramiya navçeyê.
Endamê Civata
Nûneran got: Me wek baskê Yekîtîya Niştîmanî çendîn caran daxwaz kiriye ku
berpirsatîya dosyaya asayîşa Kerkûkê radestî polîsê herêmê bê kirin û îro jî
biryarek di vî warî de hat wergirtin, ji ber ku polîsê Kerkûkê ji hemû
pêkhateyan pêk tê û weke hêzeke niştimanî piştgiriya hemû aliyan dike, lewma em
di wê baweriyê de ne ku wê di vê erkê de bi serkefe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

