Avakirina encûmeneke xizmetguzarîyê ji bo Kerkûkê
Kurdistan 06:29 PM - 2023-12-25
PUKMEDIA
Emad Ehmed
Berpirsê Mekteba Ragihandinê ya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) amaje bi wê kir ku Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê (YNK) destê xwe yê hevpeymaniyê dirêjî partiyên Kurdistanî dike û xizmetkirina ji bo gel weke karê xwe yê pêşîn dibîne û got: “YNK dê li ser rêya çepikegul ya Serok Mam Celal têkoşîna xwe ya siyasî didomîne û li Kerkûkê yekem hêz , deng û mafê hilbijartina parêzgarê Kerkûkê ji bo YNKê ye û armanca me jî avakirina encûmeneke xizmetguzarî bo xizmetkirina Kerkûkê ye.’’
Berpirsê Mekteba Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Emad Ehmed di hevpeyvîneke taybet de ligel malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) ragihand:’’Encamên dawî yên ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ve derbarê encamên hilbijartinên encumenên parêzgehan de hatin ragihandin, YNKê piraniya dengan li navçeyên nakok bi des xistiye û ev serkeftin erkê me qurstir dike û ji me dixwaze em destê xizmetguzariyê dirêjî xelkê bikin bi hevbendî gel partiyan.’’
Her wiha got:"Erkê me ye ku em sozên ku di dema kampanyaya hilbijartinan de dabûn dengdêrên navçeyên nakok bi taybet Kerkûkê bi cih bînin. Helbet eger partiyên kurdî ji bo Nînowa û parêzgehên din ên bi nakok hevalbendên me bin, emê vê planê bi cih bînin . Siyaseta YNKê ew e ku bi partiyên Kurdistanî û pêkhateyên xwecihî re parêzgar û encûmenek ji bo Kerkûkê ava bike, ku xizmeta xelkê bajêr bike û YNKê dengê yekem li Kerkûkê bidest xistiye û mafê wê ye ku bibe parêzgarê Kerkûkê.’’
Di berdewamiya axaftina xwe de got: ““YNKê di dema borî de di kongre û hilbijartinên encumenên parêzgehan de serkeftinên mezin bi dest xistiye, ji bo hilbijartinên bê yên parlementoyê emê bi hev re kar bikin û armanca me ew e ku di hilbijartinan de serkeftinên mezin bi dest bixin da ku plan û bernameyên YNKê bi cih bînin , ku xizmetkirina xelkê ye û ji bo wê armancê hatiye damezrandin."
Emad Ehmed got:"Weke dema borî YNK bi serokatiya Bafil Celal Talebanî, li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê xwedî tevgerên siyasî bû, di pêşerojê de jî zêdetir çalakiyên me siyasî wê hebin, ku tenê armanca wan ji bo azadî , aştî û xizmetkirina gelê herêma Kurdistanê û Iraqê ye û li ser rêya Serok Mam Celal ku rêya Çepkegule em dixwazin ligel aliyan kar bikin.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
08:57 PM - 2026-08-23
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23




.jpg)
.jpg)
Aplîkêşin

