YNKê piştgiriya lidarxistina hilbijartinan dike
Kurdistan 06:00 PM - 2023-12-25
PUKMEDIA
Ziad Cebbar
Endamekî Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekez kir, ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê piştgiriya wê yekê dike ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi awayeke dadperwerane û demokratîk di roja ku ji aliyê serokatiya herêmê ve hatiye diyarkirin, roja 25/2/2024 were lidarxistin.
Endamê Encumena Serkirdayetiyê û berpirsê Navenda Rêxistina Silêmaniyê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Ziad Cebbar îro Duşemê di civîneke rojnamevaniyê de ragihand: “Nahengiya me ligel aliyên din ên siyasî yên Kurdistanê bi taybetî ligel Partiya Demokrata Kurdistanê ew e ku em wek Yekîtîya Niştimanî ji destpêka rûniştina pêncem a Parlamentoya Kurdistanê ve tekezî li ser wê yekê kiriye ku, pêkhateyên herêmê li kîjan herêmê bin, nûnerên xwe yên rasteqîn li parlamentoya Kurdistanê hebin û dixwazin mesîhiyên Silêmaniyê jî li Parlamentoyê xwedî nûnerên xwe bin.
Derbarê dosyeya ku li Dadgeha Federalî ya Bilind a Federalî ya îtîrazkirina yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de hatiye vekirin, Ziad Cebbar wiha got: “Em hêvîdar in ku Dadgeha Federalî ku roja 27ê Kanûna îsal wê dozê dinere, biryarek derbixe ku hemû aliyek razî be û xizmeta berjewendiya giştî be, ji ber ku YNKê armanc dike ku berjewendiyên her kesî biparêze û xizmeta hemû pêkhateyan bike.”
Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê biryara li ser giliya Serokê fraksiyona Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê Ziad Cebbar di rûniştina pêncem a Parlamentoya Kurdistanê û Aman Necîb Şemûn Seroka baskê (El-Rafîdîn) Encûmena Parêzgehê a Silêmaniyê de paş xist, derbarê yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, heta 27/12/2023.
Ew gilî di 02.05.2023ê de hatiye tomarkirin û tê de amaje bi 5 xalên yasaya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ku maddeya (1-9-15-22-36) dike, ku ew madeyên sererastkirî yên qanûna hilbijartinan in ku daxwaz ji Dadgeha Federal dike ku guhertinan betal bike û qanûnê vegerîne nusxeya wê ya orjînal.
Ev materyal girêdayî hejmara endamên parlamentoya Kurdistanê, kursiyên kota, tomara dengderan û hejmara navçeyên hilbijartinan in.
Parlamentoya Kurdistanê ji 111 kursiyan pêk tê ku 11 ji wan kursiyan ji bo pêkhateyan e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

