Serok Bafil: Armanca me yekîtiya aliyane
Kurdistan 09:13 PM - 2023-12-20
Ofîsa Serok Bafil
Serok Bafil pêşwaziya şandeke pilebilind a Amerîkî dike
Li baregeha Mekteba Siyasî ya Kurdistanê li Hewlêrê, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî pêşwaziya şandeke pilebilind a Amerîkayê bi serokatiya Viktoriya Nûland cîgira wezîra derve ya Amerîkayê bo karûbarên siyasî kir.
Di hevdîtinê de ku bi amadebûna Derbaz Kosret Resûl Berpirsê Buroya Peywendiyên Derve, Dara Xeylanî Serokê Desteya Peywendiyên Derve û Alina Romanowski Balyoza Amerîka li Iraqê, her du alî behsa rewşa siyasî , aramiya navçeyê kirin û tekez li ser yekxistina hewlên ji bo serxistina proseya siyasî û parastina aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê û Iraqê kirin.
Serok Bafil Celal Talebanî got ku YNK pêbende bi parastina aramiya Iraqê û got ku hewlên ji bo dûrxistina welat ji alozî û nakokiyan berdewam in û bi hêz û aliyên din re gotûbêjan dikin da ku rewşa nexwestî ya Rojhilata Navîn heye bandorê li aştî û aramiya herêmê neke.
Di derbarê Herêma Kurdistanê û hewlên YNKê ji bo yekxistina nav mala Kurd de jî Serok Bafil stratejiya partiyê rave kir û got, armanca me kûrkirina biratî û yekrêziya di navbera hemû aliyên siyasî de ye, em dixwazin bi hev re kar bikin bo çareserkirin û rûbirûbûna pirsgirêkan . "Em ji xurtkirina pêkhateya herêmê û dabînkirina jiyaneke aram ji gelê xwe re berpirsyar in, ji bo vê yekê divê her kes hevkarî û hemahengiyê bike."Serok Bafil got
Li hember de jî şanda Amerîkî tekez li ser parastina asayîşa Herêma Kurdistanê û Îraqê kir û got ku aramiya deverê ji bo me gelek girînge û hemahengiya me jî bo vê mebestê berdewam dibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

