Talebanî: Guhertin wê di rêvebirina navçeyên nakok de çêbibe
Kurdistan 05:25 PM - 2023-12-20
Ofîsa Qubad Talebanî
Hevdîtina Şandên Herema Kurdistanê û Amerîka
Cîgirê Serokwezîrê Herema Kurdistanê Qubad Talebanî pêşwaziya Alîkara Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê Victoria Nuland kir û di civînê de behsa encamên hilbijartinan û guhertinên di ware rêvebirina Kerkûkê û navçeyên nakok de gotûbêj kirin.
Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowskî, Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê Mark Straw û û hejmarek dîplomat jî di hevdîtinê de amade bûn, birêz Qubad Talebanî di hevdîtina xwe ya li gel cîgira wezîra derve ya Amerîkayê bo karûbarên siyasî bi wekalet Victoria Nuland de got: "Pêwîste guhertin di awayê rêvebirina Kerkûk û navçeyên nakok de çêbibin û di rêvebirina pêşerojê ya van deveran de kêmasî û cudahî neyên kirin û bi awayekî wekhev xizmeta hemû pêkhateyan bê kirin."
Di derbarê rola Amerîka û hevpeymanên wê li Iraqê de, her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku mayîna hevpeymanan û amadebûna zêdetir di hemû waran de di vê qonaxê de ji bo aramiya siyasî û emnî li Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîst e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

