YNKê nasnameya Kurd a Kerkûkê bi dengê xelkê piştrast kir
Kurdistan 04:22 PM - 2023-12-20
PUKMEDIA
Şalaw Kosret Resûl
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê serkeftina xwe di hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê, Kerkûk û navçeyên nakokdar de piştrast kir û endamekî polîtburoya siyasî ragihand: “Em bi niyaz in ku di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de vê ezmûna serkeftî dubare bikin da ku hevsengiya siyasî li herêma Kurdistanê vegere.”
Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Şalaw Kosret Resûl di dema beşdariya xwe di karnavala giştî ya bi boneya serkeftina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di hilbijartinên encumenên parêzgehan de ragihand: “ Me nasnameya Kurd a Kerkûk û navçeyên nakok bi dengê xelkê di hilbijartinan de piştrast kir û serkeftina mezin ku me ji bo gelê Kurd û Kurdistanê bi dest xist di hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê de li Kerkûk û navçeyên nakok, erkên me di xizmetkirina hemwelatiyên hemû deveran de dijwartir bûne û erka me ya herî mezin berevanîkirina mafên gelê Kurd li wan deveran e.”
Şalaw Kosret Resûl tekezî li ser berdewamiya nêzîkatiya Serok Mam Celal bo xizmetkirina xelkê Kerkûkê û hemû pêkhateyên navçeyên nakokdar kir û kêfxweşiya xwe jî ji bo bidestxistina vê serkeftina mezin piştî 18 sal ji bêparbûna Kerkûkê ji hilbijartinên encumenên parêzgehan nîşan da .
Endamê Mekteba Siyasî tekez li ser wê yekê kir ku: “Xebat û hemahengiya hevbeş bûye sedema bidestxistina vê serkeftina mezin û amaje bi wê yekê jî kir, ku pêkanîna vê siyasetê dê bibe sedema serkeftina me di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de û vegerandina hevsengiyên siyasî yên ku di proseya siyasî de tunebû li Herêma Kurdistanê û tekezî li ser wê yekê kir ku: “Yekîtiya Niştimanî ji bo berjewendiya welatiyan û bidestxistina berjewendiyên gel û parastina azadiyan e , ji ber ku hilbijartinên dahatû yên Kurdistanê dê derfeteke mezin ji Yekîtiya Niştimanî re peyda bike da ku berpirsatiya xwe bigre ser xwe jib o pêşkêşkirina xizmetguzariyan û pêşxistina ezmûna Kurdistanê.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

