Emê encumeneke bi bandor li Kerkûkê ava bikin û parêzgar jî kurd û YNK be

Kurdistan 10:19 PM - 2023-12-19
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA

Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

YNKê Kerkûk

Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyameke pîrozbayî pêşkêşî gelê Kurd û dengderên Kerkûkê û hemû deverên Kurdistanî yên nakok kir û ragihand:"Ev serkeftin serbilindî û baştirîn belgeya berxwedana gelê Kurd e ji bo îsbatkirina nasnameya Kurdî. Ev serkeftin tekez dike ku YNK li navçeyên nakok û bi taybet Qudsê hêza yekem e."
Teksta peyama Mekteba Siyasî.
Civakên Gelê Kurdistanê
Dengdêrên Kurd li Kerkûk û hemû deverên Kurdistanî yên nakok
Bi boneya vê serkeftina mezin a gelê me û beşdariya we ya bi coş û bi ruhekî  bilind ya demokratîk û niştimanperwerî ji bo serkeftina lîste, hevpeymanî û namzedên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Kerkûk, Mûsil, Xaneqîn û Xurmatû, em pîrozbahiyê li dengderên dilsoz ên Kurd dikin ku  baştirîn belge û berxwedana Kurdewarî ye ji bo îsbatkirina nasnameya Kurdî û piştrastkirina vê rastiyê ku YNK hêza gelê Kurd e û di hemû qonaxan de li gel wan e û dev ji we bernade.
Bi boneya vê serketinê pîroz be ku Yekitiya we hêza yekem e li navçeyên nakok, bi taybetî li Kerkûkê bajarê pîrozê Kurdistanê.
Emê xwe bispêrin Hêz û Îradeya we û siyaseta çepike Gul ya Serok Mam Celal, emê encûmeneke parêzgehî û rêveberiyeke bi bandor ku xizmeta pêkhateyên Kerkûkê bike ku parêzgarê wê Kurd û YNK be destnîşan bikin.
Careke din pîroz dikim û serkeftin
Mekteba Siyasî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA

 

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket