Aso Mamend: Parêzgarê pêşerojê yê Kerkûkê mafê kurdan û YNKê ye
Kurdistan 08:24 PM - 2023-12-19
PUKMEDIA
Aso Mamend
Serokê hevpeymaniya Kerkûkê spasiya xelkê Kerkûkê kir ku xema wan ji bo parastina nasnameya Kurdistanî ya Kerkûkê heye û got:“Parêzgarê pêşerojê yê Kerkûkê mafê YNKê ye û deriyê me ji bo şirîkatiyeke rasteqîne vekirî ye.’’
Serokê Hevpeymaniya Hêz û Îradeya me ye jimare 142 ya Kerkûkê, Aso Mamend piştî serkeftina hevpeymaniyê û bidest xistina dengên herî zêde di encumena parêzgeha Kerkûkê de, di civîneke rojnamevaniyê de got:“Nasnameya pîroz a Kurdayetiya Kerkûkê bi hewlên YNKê û wêrekiya dengdana xelkê Kerkûkê hatiye îsbatkirin û parêzgarê bê yê YNKê ye û dê xizmeta Kerkûkê û hemû pêkhateyan bike.’’
Piştî serkeftina Hevpeymaniya Kerkûkê Hêz û Îradeya me ye ku di encûmena parêzgeha Kerkûkê de yekem e û 139 hezar û 373 deng bidest xistiye. Her wiha got:’’ YNK û Kerkûk ji hev cuda nabin û parêzgarê bê yê Kerkûkê kurd e û di nav kurdan de wê endamê YNKê ye.’’
Her wiha got: “Em newekhevî û bêedaletiya berê li parêzgehê nahêlin û emê bi hemû aliyan re di diyalogê de bin ji bo pêşkêşkirina rêveberiyeke serkeftî ji bo xizmetguzariya xelkê Kerkûkê.’’
Berî hilbijartinan me daxwaz ji partiyên Kurdistanî kiribû ku bi yek lîste beşdarî hilbijartinan bibin, lê mixabin guh nedan me û ev jî bû sedem ku bi hezaran dengên Kurdan ji rê derbikevin û her wiha Aso Mamend got: YNK’ê baweriya xwe bi şirîkatiyek rasteqîne di rêveberiyê de heye û deriyên xwe ji partiyan re vekiriye ji ber ku giringe YNK’ê xizmeta xelkê Kerkûkê bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

