Encamên hilbijartinên encumenên parêzgehan dê bên eşkerekirin

Kurdistan 06:41 PM - 2023-12-19
Encamên Hilbijartinê PUKMEDIA

Encamên Hilbijartinê

Komîsyona Bilind a Hilbijartinê

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê encamên hilbijartinên encumenên parêzgehên ku di 18-12-2023 de hatin lidarxistin eşkere kir.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê (IHEC) encamên ji sedî 94.4ê dengan li 36 hezar navendên dengdanê  ku 16 milyon û 877 hezar kes xwedî karta biyometrîk bûne û 2 hezar sindoqên ku gilî lê hene dê bên kontrolkirin.

Li gorî encamên ku hatine eşkerekirin, lîsteya Hevpeymaniya Hêza Me û Îradeya Me ya Kerkûkê  jimareya 142 di rêza yekem de cih girt û 139 hezar û 373 deng bidest xist.
Li parêzgeha Diyalayê jî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku bi lîsteya serbixwe ya bi hejmara 120 beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehan bû, 23 hezar û 715 deng bidest xist.

Li parêzgeha Nînowa, Hevpeymaniya Yekîtiya Gel a Nînowa ya bi hejmara 134 di hilbijartinên encumenên parêzgehê de 45 hezar û 939 deng bidest xist.

Li gorî encamên komîsyonê hejmara dengên li Kerkûkê wiha ne:
YNK: 136 hezar û 373 deng
PDK: 46 hezar û 749 deng
Nifşê Nû: 24 hezar û 620 deng
Eniya Tirkmen: 72 hezar û 281 deng

..

Partiyên Kurd li Diyalayê:
 YNK, 23.715 deng; 
PDK,6804 deng 
Sosyalîst, 397 deng.

Tê nûkirin...
PUKMEDIA








zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket