Hevpeymaniya Kerkûkê dê 5 heta 6 kursiyan bidest bixe
Kurdistan 05:23 PM - 2023-12-19
PUKMEDIA
Kerkûk, logoya Koalîsyona Kerkûkê Hêz û Îradeya me ye
Hevpeymaniya Kerkûkê Hêz û Îradeya me ye, li gor cûdakirina %85ê dengan, pênc kursî di encumena parêzgeha Kerkûkê de bi dest xistine û heta niha %15 ji dengan nehatine cudakirin û dibe ku hejmara kursiyan bigihe şeşan.
Jêderekî haydar ji Buroya Hilbijartinê ya YNKê ji PUKMEDIA re ragihand: “Heta niha hevpeymaniya Kerkûkê di yekemîn hilbijartina parêzgeha Kerkûkê de bi ser ket û pênc heta şeş kursî bidest xist û ji sedî 85ê dengan ji hev cuda bûne.’’
Çavkaniyê han eşkere kir ku, ji 15 kursiyên civata parêzgeha Kerkûkê heta niha bo 12 kursî biryar hatiye dayîn û hevpeymaniya Kerkûkê nîvê kursiyan bidest xistiye.
Li gorî PUKMEDIA, hevpeymaniya Kerkûkê 5 kursî, hevpeymaniya Erebî 2 kursî, Eniya Yekgirtû ya Tirkmenî ya Iraqê 2 kursî û Partiya Demokrata Kurdistanê jî 1 kursî jî bo wî hatiye diyarkirin.
Koalîsyona Rûbeş kursiyek, Koalîsyona Serkirdayetiyê jî kursiyek bi dest xistin.
Li gor amarên dawî yên ku PUKMEDIA ji Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bi dest xistine, rêjeya beşdariya li Kerkûkê %66 bûye, hem dengdana taybet û hem jî ya giştî heye.
Berpirsê Buroya Hilbijartinê ya YNK’ê Razgar Hacî Hema wiha got:"Li gorî nirxê dengdanê parêzgarê bê yê Kerkûkê mafê YNKê ye."
Di encûmena parêzgeha Kerkûkê de 15 kursî hene, yek jî bo civaka mesîhî ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

