Şêx Cefer Şêx Mistefa: YNKê her tim bi cidî li Kerkûkê rawestiyaye
Kurdistan 12:25 PM - 2023-12-19
PUKMEDIA
Şêx Cefer Şêx Mistefa
Berpirsê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şêx Cefer Şêx Mistefa bi helkefta serkeftîbûna hilbijartinên encumenên parêzgehên Kerkûkê peyamek belav kir û got:Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hertim giringiyeke mezin daye Kerkûkê, bajarê pîrozê Kurdistanê, armanca YNKê ji bo Kerkûkê xizmetkirin, xizmetguzarî, mafên netewî, siyasî û îdarî ji bo parastina biratî û yekrêziya di navbera hemû pêkhateyên xwecihî de ye.’’
Teksta peyamê:
Bi helkefta birêveçûna serkeftî ya hilbijartinên encumenên parêzgehan, ku li 15 parêzgehên Iraqê ji wan parêzgeha Kerkûkê, roja 18.12.2023ê hat encamdan, bi dil û can pîrozbahiyê li hemû aliyên siyasî yên Iraq û Kurdistanê, dezgehên ewlekarî û aliyên peywendîdar dikim ku ji ewlekarî û aramiya hilbijartinan berpirsyar bûn û di atmosfereke aştiyane û bê alozî de pêvajoya demokratîk bi hilbijartin pêk hatin.’
Hilbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê ku Kerkûk jî tê de bû, ji bo me kurdan hilbijartineke diyarker bû, herwiha li Xaneqîn, Şengal, Celawla, Diyala, Selahedîn, Mûsil û navçeyên Kurdistanî, bi taybetî piştî serkeftina mezin ya lîsteya hevpeymaniya Kerkûkê, ev yek hat encamdan. Bi hewl û xebata Serok Bafil Talebanî, serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û kadro û girseyên dilsoz ên YNKê ve, ez vê serkeftina mezin li we pîroz dikim.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hertim giringiyeke mezin daye bajarê Kerkûkê, bajarê pîrozê Kurdistanê, armanca YNKê ji bo Kerkûkê xizmetkirin, xizmetguzarî, mafên netewî, siyasî û îdarî ye.Piştî azadkirina Iraqê di sala 2003ê de, nûnerên YNKê li Bexdayê karîn madeya 58 a yasaya demkî ya Iraqê û madeya 140 a destûra hertimî ya Iraqê cîbicî bikin, ku her du jî li ser asayîkirina rewşa Kerkûk û navçeyên îzolekirî .
Hêvîdarim piştî ragihandina encamên dawî yên vê hilbijartinê, bi hemahengî di zûtirîn dem de parêzgarekî Kurd ji bo Kerkûkê were destnîşankirin. Pêwîste aliyên siyasî yên Kurdistanî yekrêz bin û serkeftineke din ji bo ku em hemû karibin xizmeta gelê dilsoz û Kurdperwer ê vî bajarê mezlûm bikin, ji ber ku xelkê Kerkûkê hertim li pêşiya têkoşîn û qurbanîdana bidestxistina azadiyê û parastina xaka pîroz a Kurdistanê bûne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

