Dengdana giştî ya encûmenên parêzgehên Iraqê bi dawî bû
Kurdistan 06:24 PM - 2023-12-18
PUKMEDIA
Makîneyên dengdanê
Îro (18-12-2023) demjimêr 18:00ê piştî nîvro proseya dengdana hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê bidawî hat, ku li 15 parêzgehên Iraqê birêve çû û tê de zêdetirî 15 milyon dengder mafê dengdanê hebûn.
Dengdêr ketin tengasiyêLi gorî çavdêrên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li navendên dengdanê ji PUKMEDIA re gotiye: “Pirsgirêkên nexwendina şopa tiliyên dengdêran hebûn, ji ber wê jî jimareyên li ser pişta kartên dengdana welatiyan ji bo dengdanê dihatin bikaranîn û dengên xwe winda nakin û ji welatiyan hat xwestin ku careke din biçin ser sindoqan.’’
Li gorî Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê 15 milyon û 108 hezar û 135 dengdêr dikarin beşdarî hilbijartinên encûmenên parêzgehan bibin û li gorî dane û zanyariyên ku ketine destê PUKMEDIAyê, hejmara dengderan li navçeyên nakok 4 milyon û 378 hezar û 282 dengderan e yek ji sê parên giştî yên dengderan di hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê de.
Hilbijartinên giştî yên IraqêÎro saet 07:00ê sibê proseya dengdanê dest pê kir û li nêzîkî 8 hezar navendên dengdanê û 39 wêstgeyê navendên dengdanê jî bo dengderan dest pê kirk u 16 milyon , 158 hezar û 788 dengdêr dê beşdarî hilbijartinên encûmena parêzgehan bibin û 7 hezar, 766 navendên dengdanê û 38 hezar , 40 wêsgeyê dengdanê ji bo dengderan hatibûn amadekirin.
134 lîste, ji wan 39 hevpeymanî, 29 partî û 66 berbijarên serbixwe, beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehan bûn, ku nêzîkî 40 rojan ji bo lîste û namzedên wan kampanya berdewam kir, proseya dengdana giştî jî roja duşemê 18-12-2 hatin lidarxistin.
Li herêmên nakok dengdanHejmara dengderan li navçeyên nakok bi vî awayî ye ku herî zêde li Nînowa û Selahedîn jî herî kêm dengder hene.
Li parêzgeha Nînowayê milyonek û 795 hezar û 292 dengder hene, ji wan 1 milyon û 695 hezar û 566 dengderên giştî û 99 hezar û 792 dengderên taybet hene.
Parêzgeha Diyalayê 950 hezar û 114 dengder hene ku 892 hezar û 710 dengderên giştî û 57 hezar û 404 dengderên taybet in.
Li Kerkûkê 870 hezar û 920 dengdêr hene, ji wan 813 hezar û 590 dengdêrên giştî û 57 hezar û 330 dengdêrên taybet in.
Li parêzgeha Selahedînê 770 hezar û 956 dengder hene ku 703 hezar û 563 dengderên giştî û 67 hezar û 393 dengderên taybet hene.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

