Rêbwar Taha: Dijberên me li dijî kurdbûna Kerkûkê pîlanan dikin
Kurdistan 04:38 PM - 2023-12-18
PUKMEDIA
Xalid Şivanî û Rêbwar Taha
Li Kerkûkê komployek mezin li dijî kurdan hat kirin û bi hezaran kurd ji dengên xwe bêpar man û em bang li Kurdên Kerkûkê dike ku biçin dengê xwe bidin û nehêlin dijberên me serketinê pîroz bikin.
Di vê çarçoveyê de ji bo Xalid Şivanî û Rêbwar Taha civîneke rojnamevaniyê hate lidarxistin û di destpêka konferansê de Xalid Şivanî got: ‘’Daxwaz ji xelkê birêz Kerkûkî dikim ku di saetên mayî de biçin dengê xwe bidin û çar salên xweş ji bo neviyên xwe misoger bikin.’’
Xalid Şivanî wiha got: “Tevahiya Kurdistanê li benda wê yekê ye ku xelkê Kerkûkê bi dengên xwe kurdbûna bajêr îspat bikin û di vê testa komployê de bi ser bikevin, lewra ez daxwazê ji wan kesan dikim ku neçûne ser sindoqan û deng nedane, herin dengê xwe bidin partiya ku di hemû tengasiyan de bi wan re bûye û qet dev ji wan bernedaye.”
Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rêbwar Taha wiha got: “Dijberên me bi tundî diçin ser sindoqan û dixwazin kurdayetiya Kerkûkê ji holê rakin, lewma ez daxwaz ji we dikim ku rê nedin dijberên me pîrozbahiya serkeftinê bikin.’’
Wî got: “Li dijî dengê Kurdan komployek hatiye kirin û bi deh hezaran Kurd nayên dengê xwe bidin, ji ber vê yekê daxwaz ji Kerkûkiyên qehreman dikim ku bi dengên xwe komploya dijberên me pûç bikin û nehêlin îşev serketinê pîroz bikin.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

