Îro Roja Ala Kurdistanê ye
Kurdistan 10:31 AM - 2023-12-17
PUKMEDIA
Ala Kurdistanê
Kurdistan Ala Kurdistanê Komara Kurdistanê Mehabad Parlamentoya Kurdistanê
Roja 17ê Berçile wekû Roja Ala Kurdistanê hatiye diyarkirin, her sal ev roj bi bilindkirina alê û merasîmên taybet li saziyên fermî û cihên giştî tê pîrozkirin.
Her çend e pêştir ala Kurdistanê ji aliyê çend partî û rêxistinan ve hatibû bilindkirin, lê beriya damezrandina Komara Kurdistanê li Mehabadê, di 17ê Berçileya 1945an de, yekem car Ala Kurdistanê bi fermî li ser şaredariya Mehabadê hat bilindkirin.
Di 22’ê Çileya 1946’an de , Komara Kurdistanê hat ragihandin û Ala Kurdistanê li ser saziyên fermî yên komarê hat bilindkirin û ew roj di dîroka siyasî ya gelê Kurd de, weke qonaxeke girîng tê dîtin.
Piştî 59 salan, di 19/6/2009an de, Parlamentoya Kurdistanê bi yekdengî roja 17ê Berçile, wek Roja Ala Kurdistanê ragihand.
Wate û sembolên rengên Ala Kurdistanê:
Rengê Sor: Şoreş, xwînrijandina di şer de, wêrekî, hêz, wekhevî.
Rengê Zer: Ronahî, moral, agir.
Rengê Spî: Aştî, aramî, agirbest.
Rengê Kesk: Keskahî, welat, parastin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

