Yekîtiya Niştimanî di dengdana taybet de serkeftinek mezin bi dest dixe

Kurdistan 11:37 PM - 2023-12-16
Hilbijartin PUKMEDIA

Hilbijartin

Hilbijartin

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di dengdana taybet a hilbijartinên encumenên parêzgehan de ku îro li hemû parêzgehan birêve çû, serkeftineke mezin bi dest xist.

Li gor zanyariyên ku ketine destê PUKMEDIA: Hevpeymaniya Kerkûk hêz û vîna me ye piraniya dengan di dengdana taybet a parêzgeha Kerkûkê de bidest xist û lîste û hevpeymaniyên Yekîtiya Niştimanî li Nînewa, Selahedîn û Diyala pileya yekem bi dest xist piraniya dengan bi dest xist.
Ji aliyê xwe ve, îro Şemiyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan tekez kir ku rêjeya beşdariyê di dengdana taybet de gihîştiye zêdetir ji 67%.
Komisyonê di kongireya rojnamevanî ya roja dengdanê de ragihand ku hejmara dengderan gihiştiye (706) hezar û (805) dengderan, ji (milyonek û pêncî hezar û şesed û pêncî û sê dengderan) ango %67.
Komîsyonê destnîşan kir ku ki bûyerên ewlehiyê yên ku hilbijartinan asteng bike nehatine tomarkirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket