Qubad Talebanî cejna Rojiya Êzî li Êzdiyan pîroz kir
Kurdistan 03:46 PM - 2023-12-15
PUKMEDIA
Cejna Êzdî
Qubad Talebanî, serpereştyarê
sekreteriya serok Mam Celal, bi boneya hatina cejna “Rojiya Êzî” li kurdên
êzîdî pîroz kir û tekezî li ser çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkên Şingalê
kir.
Nivîsa pîrozbahiyê wiha ye:
Bi boneya hatina
cejna “Rojiya Êzî” germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xweşk û birayên êzîdî yên
li Kurdistan û cîhanê dikim û hêviya cejneke tijî xweşî di bin sêbera aştî û
aramiyê de ji wan re dixwazim.
Merasîm û
rêûresmên olî ji bo hemû pêkhateyan, bîreweriya girîng a pêwîstiya kûrkirina
ruhê aştî û jiyana hevbeş e.
Di roja Cejna
Rojiya Êzî de, ku boneya lêborîn û lihevhatina xwişk û birayên Êzidî ye, em
tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên li herêma Şengalê bi rêyên
aştiyane dikin.
Hêvîdar im ev
Cejna Êzidiyan ji bo hemû Êzidiyan xêr û xweşiyê bîne û ji her ziyanekê dûr
bin.
Qubad Talebanî
Serpereştyarê
Ofîsa Sekreteriya Serok Mam Celal
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

