Serok Bafil: Kerkûk keleha kesk ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye
Kurdistan 08:42 PM - 2023-12-13
Ofîsa Serokê YNKê
Hevdîtina Serok Bafil li Kerkûk
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li bajarê Kerkûkê ligel Serok û namzetên lîsteya Hevpeymaniya Hêza me û Îradeya me ya Kerkûkê civiya.
Di destpêka civînê de ku endamên Mekteba siyasî Rifaat Ebdullah, Aso Mamend, Şalaw Elî Eskerî, Daro Şêx Nûrî û endama Encûmena Serkirdayetiyê Şêx Ehmed Hema Kerîm, Şûnem Zarar Balbas amade bûn. Serok Bafil Celal Talebanî spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî girseyên dilsoz û têkoşer ên Kerkûkê kir ji bo pêşwazîkirina germ û piştgiriya berdewam ji bo hevpeymaniya Kerkûkê û namzedên wê û got: Ev baweriya Kerkûkiyan berpirsyariyeke mezin e û karên me dijwar dike, ji ber wê jî divê em hemû bi hemû hêza xwe di xizmeta Qudsê ya Kurdistanê de bin û bi bername û projeyên xizmetguzarî bersiva Kerkukiyên ezîz bidin.
Serok Bafil Celal Talebanî di civînê de siyaset û stratejiya Yekîtiya Niştimanî ya Kerkûkê û navçeyên qutkirî rave kir û got: Siyaseta me jî heman siyaseta aqilane ye ku ji aliyê Serok Mam Celal ve dihat meşandin, ti partî û kesek nayê paşguhkirin û em ê li gel hev bin di xizmeta hemû netew û pêkhateyan de, baweriya me bi hemahengî û qebûlkirina hev heye û tenê bi vî awayî, em dikarin xizmeta Kerkûkê bikin û pêşerojeke baştir ji bo Kerkûkê misoger bikin.
Di beşeke din ya civînê de Serok Bafil Celal Talebanî daxwaz ji hemû reng û dengên cuda yên Kerkûkê kir ku dengên xwe bidin hevpeymaniya Kerkûkê ya Hêz û Îradeya me û hewlên wan bo serxistina lîsteya 142, ji ber ku ev yek garantiya wergirtina Parêzgar û jiyana hemwelatiyên birûmet dê ber bi avadankirin û geşbûnê ve bibe.
Di dawiya civînê de diyalogeke vekirî hate kirin û Serok Bafil Celal Talebanî guh da nêrînên cuda û got: Bi hilbijartina hevpeymaniya Kerkûkê Hêz û Îradeya me û bi dengdana lîsteya jimare 142 hûn bersivê didin ji bo hemû kesên ku jiyan û aramiya Kerkûkê xistiye ber metirsiyan û beşdarbûna we ya aktîf di hilbijartinan de vê rastiyê îsbat dike ku Kerkûk keleha kesk a Yekîtiya Niştimanî ye û qada şer a parastina kurdayetiyê ye.’’
Got: Em spasî û pêzanîna xwe ji bo wan kandîdan dikin ku bi hemû dilpakî û aramî kampanyaya hilbijartinan bi rêve birin û hevalbendîya me digel Partîya Komonîst di encama xebat û biratî ya ji bo pêşeroja Kerkûkê û parastina welatiyan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

