Serok Bafil: Hewldanên me bo vegerandina desthilatê ye li Kerkûkê
Kurdistan 04:42 PM - 2023-12-13
PUKMEDIA
Serok Bafil li Kerkûkê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li bajarê Kerkûkê bi hejmarek mamoste, zanayên olî û kesayetiyên civakî re civiya.
Di civînê de ku Rîfaat Ebdullah, Aso Mamend, Şalaw Elî Eskerî, rêheval Şêx Daro û Şêx Ehmed Heme Kerîm, endamên Mekteba Siyasî û Rêbwar Taha serokê lîsteya hevpeymaniya Kerkûkê amade bûn, ku Serok Bafil di warê hişyarkirina civakê de, pêşxistina fikra nermbûn û kûrkirina jiyana hevbeş rol û pêgeha mamostayên olî û kesayetiyên civakî li Kerkûkê bilind nirxand û got:“YNK rêzê ji hewlên we re digre û piştgîriyê li her pêngavekê dike ku ji bo pêşxistina ruhê pêkvejiyanê di navbera hemû pêkhateyên Kerkûkê de ye.
Serok Bafil di axaftina xwe de bal kişand ser bername û xizmetên siyasî yên hevpeymaniya Kerkûkê û got:“Hewldanên me ji bo bidestxistina desthilatê û serastkirina rêbaza rêvebirina herêmê, xizmetkirina Kerkûkê û parastina mafên rewa yên xelkê ne û em ê siyaseta rast a Serok Mam Celal bişopînin, ku tê de parastina mafên hemû pêkhateyên etnîkî û pêkhateyên xwecihî yên Kerkûkê ye û bi her awayî dûrketin û cudakariyê red dike."
Serok Bafil bang li gelê Kerkûkê kir ku dîrokeke tijî serwerî û serbilindî ji nû ve binivîsin û dîsa bi heman ruhî biçin ser sindoqan û namzetên Hevpeyîmaniya Kerkûkê hilbijêrin, dengê xwe bidin Lîsteya 142 û serbilindiyeke din di dîrokê de tomar bikin û kurdbûna Kerkûkê biparêzin.
Di dawiya civînê de gotûbêjeke vekirî hate kirin û di bersiva têbînî û pêşniyaran de Serok Bafil got: “Kerkûk di dilê me de ye û mala her Kerkûkî ye, mala min û YNK’ê ye, me ti carî dest ji Kerkûkê bernedaye û emê her tim jî wisa bikin, niha bi serkeftina hevpeymaniya Kerkûkê hêz û îradeya me ye.’’
Di dawiya civînê de gotûbêjeke vekirî hate kirin û di bersiva têbînî û pêşniyaran de Serok Bafel got: “Kerkûk di dilê me de ye û mala her Kerkûkî mala min û YNK’ê ye, me ti carî dest ji Kerkûkê bernedaye û emê her tim jî wisa bikin, niha bi serkeftina Hevpeymaniya Kerkûkê Hêz û Îradeya me ye , em ê ji bo yekîtiya xwe dîrokeke din binivîsin û ji keleha we ya qedîm û serbilind mizgîniya serkeftinê bidin.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

