Aso Mamend: Kerkûkiyan baweriyeke mezin bi YNKê heye
Kurdistan 01:21 AM - 2023-12-13
PUKMEDIA
Aso Mamend
Serokê Hevpeyîmaniya Hêza Me û Îradeya Me ya Kerkûkê Aso Mamend tekez kir, ku kelecana welatiyên Kerkûkê ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehan cihê kêfxweşiyeke mezin e.
Aso Mamend di daxuyaniyekê de ku ji aliyê PUKMEDIA ve hat belavkirin, ragihand: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ti carî dest ji Kerkûkê bernedaye û bi hemû hewlekê bo parastina welatiyên wî bajarî kar kiriye. Weke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, xwe xwediyê vî bajarî dihesibîne û di qonaxa niha de, em li hember gelek mijarên nexwestî nerazî ne, yasayên ku ziyanê digihîne Kurd û Tirkmenan.
Got jî: neçûna Kurd di lîsta yekgirtî de, zîyaneka mezin hebû, lê niha her dengdanek bo Kurdan giringe, xelkê Kerkûkê şahidin ku kê li gel wan ma û kê dev ji wan berda, û rewşa niha ya li Kurdistanê û Kerkûkê heye encamên referandumê ye û em daxwazê ji welatiyan dikin ku biçin ser sindoqên dengdanê ji ber ku nerazîbûna wan xizmeta neteweyên din dike.
Aso Mamend eşkere kir: Girseya berfire ya Kerkûkê bawerî bi namzedên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê heye û baş dizanin ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo parastina Kerkûkê qurbaniyên mezin daye û Kurd ti çareyek ji bilî beşdariya di hilbijartinan de nemaye û yekane rêya rizgarbûna ji siyasetên şaş ên ku li Kerkûkê têne meşandin, beşdarbûna çalak di hilbijartinan de ye, em di wê baweriyê de ne ku di navbera hemû pêkhateyên Kerkûkê de hevkariyeke rasteqîne heye û hemû welatî jî dizanin ku eger Kurd piraniya dengan bidest bixin ew dê rêz li mafên hemû pêkhateyan bê cudahî bigrin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

