Îmad Ehmed: Divê em hemû hewl bidin namzedên YNKê bidest bixin
Kurdistan 08:59 PM - 2023-12-11
PUKMEDIA
YNK li Xaneqîn û Germiyanê
Roja 11.12.2023 Imad Ehmed endamê mekteba Siyasî û Berpirsê Mekteba Ragihandina YNKê serdana malbenda Germiyanê kir û ji aliyê Salar Mehmûd berpirsê malbendê ve hate pêşwazî kirin.
Îmad Ehmed pîrozbahî li berpirsê nû yê malbend kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û di axaftineke kurt de giringiya hilbijartina encûmena parêzgehê ji hevalên amade re şirove kir û tekez kir ku beşdariya kurdan li Kerkûk, Xaneqîn û navçeyên nakok hem ji bo Kurdan hem jî ji bo nasnameya Kurdistanî ya van deveran girîng e ku dengên xwe bidin lîste û hevpeyîmanê YNK’ê, garantiya serkeftina Kurdan û parastina nasnameya wan e.
Her wiha rola Germiyanê û gelê wê di dîroka tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurd de bi taybetî di şoreşa nû ya gelê me de bi bîr xist û got: Divê em hemû di vê hilbijartinê de xizmeta serkeftina namzedên YNKê bikin, bi taybetî ku Kerkûk, Xaneqîn û navçeyên din di bin rêveberiya Herêma Kurdistanê de nînin.
Îmad Ehmed bi mebesta piştgirîkirina serkeftina lîsteya 120 ya YNKê li parêzgeha Diyale û Xaneqînê serdana navçeya Xaneqînê kir û ji aliyê berpirsê navenda 8 a Xaneqînê ve hat pêşwazîkirin û ligel kadro û endamên YNKê yên di organên cuda de civiya.
Îmad Ehmed di axaftinekê de bo amadebûyan wiha got:“Ev hilbijartin ji bo gelê Xaneqîn û YNK’ê diyarker e, ji ber ku YNK û Xaneqîn weke du zarokên ji yek zikê çêbûne û ji bo xaka pîroz a Kurdistanê û ala Kurdistanê bêwestan xebat kirine, ji ber wê jî bi heman ruhî ji bo bidestxistina lîsteya 120 ya YNKê û namzetên wê dixebitin.”
Wî got:“Xaneqîn li gel Serok Mam Celal cih û pêgeha xwe hebû, ji ber wê jî niha Serokê Yekîtiya Niştimanî nî ya Kurdistanê (YNK) û hemû Mekteba Siyasî û serkirdayetî ji bo baştirkirina proseya hilbijartinan li Xaneqîn, Kerkûk, Selahedîn û Nînowa kar dikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

