Encumena Nûneran bo hilbijardina serokê nûh dicive
Îraq 12:22 PM - 2023-12-10
PUKMEDIA
Encumena Nûneran
Biryare vê heftiyê Encumena Nûneran bo hilbijardina
serokekî nûh bo postê serok, piştî dûrxistina Mihemed Helbûsî bi biryara
Dadgeha Federal.
Nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kerwan
Yarwês di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Gotûbêj û tevgera
siyasî berdewam e heta ku aliyên siyasî li ser diyarkirina berbijêrekî bo postê
Serokê Parlamentoyê razî bibin ku ji pişka pêkhateya sunne ye.
Got jî: Aliyên Sunne 3 berbijar bo postê serokê
civata nûneran hene û nûçeyek li ser namzedên nû hene ku dê bikevin pêşbazîyê
bo postê serokê civata nûneran.
Li gor pêşbîniyên nûner Kerwan Yarwês tê
çaverêkirin ku roja sêşema bê 12/12/2023, civata nûneran ji bo hilbijartina
serokê nû yê civata nûneran civînekê li dar bixe.
Dadgeha Federalî di rûniştina xwe ya roja
Sêşemî 14ê Mijdara 2023an de, piştî dosyeya sextekariyê ji aliyê yek ji wan
nûneran ve, biryar da ku endamtiya Serokê Meclisa Nûneran Mihemed Helbûsî
bidawî bîne.
Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya dadgehê
hatiye weşandin wiha ye: Biryara betalkirina endamtiya Serokê Meclisa Nûneran
Mihemed Rêkan Helbûsî ji roja derketina biryarê di 14ê Mijdara 2023an de.
Li gorî daxuyaniyê, dadgehê biryarek bi heman
rengî li dijî parlamenter Leys Mistefa Hemûd El-Dûlêmî ku doz vekiribû jî girt.
Dadgehkirin di Şibata borî de li ber Dadgeha Bilind a Federal dest pê kir,
piştî gilîkirina Nûner Leys El-Dulêmî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

