Hewldanên paşxistina hilbijartinên Kerkûkê pûç û mehkûmî şikestê ne
Kurdistan 04:19 PM - 2023-12-05
PUKMEDIA
Aso Mamend
Serokê hevpeymaniya Kerkûkê Hêz û Îradeya me di lîsteya jimare 142 de tekez kir ku hewlên niha bo paşxistina hilbijartinên encumenên parêzgeha Kerkûkê hewlên pûç in û mehkûmî şikestê ne û amaje bi wê yekê jî kir ku sedema van bangeşeyan jî ew e di hilbijartinan de wê Kurd pirraniya dengan bi dest bixin.
Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, berpirsê Hevpeymaniya Kerkûkê Hêz û îradeya me Aso Mamend di daxuyaniyekê de bo rojnamevanan ragihand: “Zihniyetek heye ku dixwaze vê bêedaletî û rewşa neqanûnî berdewam bike. ”
Li Kerkûkê serdest in, ji ber wê jî daxwaza paşxistina hilbijartinên Kerkûkê dikin, lê belê ev bangewazî ne li ser bingeheke yasayî ye, belku sedema wê tenê piştrastbûna hinek aliyan e ku Kurd dê piraniya dengan bidest bixin di hilbijartinan de ji ber ku piraniya nifûsa parêzgehê pêk tînin û naxwazin desthilatdariya kurd vegere .”
Aso Mamend her wiha got: “Ez bang li welatiyên Kurd ên li parêzgeha Kerkûkê dikim ku nekevin bin bandora van gotegot û hewlên têkçûyî û roja 18.12.2023ê bikin roja vegerandina desthilatê û destpêkirina xizmetguzariyê li Kerkûkê û berê xwe bidin ser sindoqan û emê hewlên şovenîstan ji bo têkbirina jiyana hevbeş li bajêr pûç bikin û tekez kir ku tekane rêya xizmetkirina xelkê Kerkûkê û aktîvkirina encumena parêzgehê beşdarbûna çalak di hilbijartinên bê de ye û ji vê aliyê ve jî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê baweriya xwe bi bihevre jiyan û şirîkatiya rasteqîn heye û emê bi hemû hêza xwe bo vegerandina desthilatê ji bo Kurdan li Kerkûkê bikin.”
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di çarçoveya Hevpeymaniya Hêza Me û Îradeya Me ya Kerkûkê ya jimare 142 de, ku hevpeymaniyeke di navbera Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê û Partiya Komunîst a Kurdistanê de ye, bi armanca yekxistina dengan hatiye avakirin, di hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de beşdar dibe jib o kurdên parêzgehê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

