Lîst û namzed: Bernameyên hevgirtî ji bo pêşxistina sektora pîşesazî û enerjiyê
Kurdistan 11:17 AM - 2023-12-04
PUKMEDIA
Lîstên Yekîtiya Nîştimanî
Lîst û namzedên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bo
hilbijartinên encumenên parêzgehan hewla pêşxistina sektora pîşesazî û enerjiyê
li hemû parêzgehan didin û lîst tekez kirin ku ew dê kar bikin ji bo
peydakirina pêdiviyên vekirina kargehên girtî û cîbicîkirina pirojeyên ku ji bo
piştevanîkirin sektora pîşesaziyê.
Ji veqetandinên pitrodollar sûd werbigirinNamzedê jimare 25 ê lîsteya Kerkûk hêz û vîna me ye yê jimare 142 Hazim El-Hmondî ji PUKMEDIA re ragihand: Lîsteya me ji bo pêşxistina sektora pîşesazî û enerjiyê li parêzgeha Kerkûkê kar dike.
Got jî: Lîsteya me kar dike daku sûd ji peydakirina dolarên petrolê werbigire bo xizmetkirina welatiyan li parêzgehê, peydakirina derfetên kar û xizmetkirina hemû taxên Kerkûkê bê cudahî.
Got jî: Em dê kar bikin bo çareserkirina pirsgirêkên peydakirina enerjiya elektirîkê û nûjenkirin û avakirina parzûngehên petrolê ji bo peydakirina pêwîstiyên welatiyan bi petrol û gazê.
Çareserkirina pirsgirêka EletrîkêNamzedê jimare 5 yê lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li parêzgeha Diyalayê ya jimare 120 Ews Ibrahîm ji PUKMEDIA re ragihand: Em ê kar bikin ji bo çareserkirina kêşeya elektrîkê li parêzgehê bi taybet navçeya Xaneqînê û bidawîkirina pirsgirêka bêparkirina welatiyan ji elektrîkê bi taybetî li hevînê.
Got jî: kêşeya elektirîkê divê bi peydakirina hêlên nû bo veguhestina enerjîya elektirîkê bê çareser kirin ji ber ku hêlên berê nikarin li hember vê zextê rawestin.
Got jî: Lîsteya me jî kar bo jinûh avakirin û zêdekirina parzûngeh û stasyonên sotemaniyê dike.
Vekirina kargehên girtîDerwîş Bîso namzedê jimare 4 di Yekîtîya Xelkê Nînewa ya jimare 134 de ji PUKMEDIA re ragihand: Serokê me yê Yekîtiya xelkê Nînewa kar ji bo çareserkirina kêşeya elektirîkê li bajarê Mûsilê û bajarok û gundên parêzgeha Nînewayê bi pêşkêşkirina zêdetir dike.
Got jî: Em kar bo geşepêdana pîşesazîya berhemên petrolê li parêzgehê dikin, ku dê derfeta kar zêdetir bo xelkê parêzgehê çêbike. Bi rêya tîma xwe ya di hikûmeta federal de emê kar bikin ji bo birêxistinkirin û pêşxistina parzûngehên Parêzgeha Nînewayê, ku dê derfetên kar zêde bike û pêwîstiyên sotemeniyê yên welatiyan peyda bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

